Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê derbarê teqîna şeva bihorî ya li Duhokê peyamek belav kir û ragihand, “Dubarebûna teqîna gazê cihê nîgeranî û metirsiyeke cidî ye, divê dezgehên pêwendîdar di zûtirîn dem de bi cidî li ser vê mijarê bisekinin û baştir çavdêriya sîstema gazê û çawaniya bikaranîna wê bikin.”
Şevê din ji ber teqîna di sîstema gazê ya avahiyekê de li bajarê Duhokê, 4 kesan canê xwe ji dest dan û 34 kes jî birîndar bûn.
Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
“Behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbanî yên bûyera xemgîn ya teqîna şevê dî ya bajarê Duhokê dikim ku cihê xemeka mezin e, dil û hestên min digel wan û şirîkê êş û kovana wan im, ji Xwedayê mezin hêvîxwazim canê qurbaniyan bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi malbat û kesûkarên wan bide, herwiha hêviya cansaxî û şîfaya bilez ji bo birîndaran dixwazim, em ji bo her alîkariyeka pêwîst ya çareseriya wan amadene.
Dubarebûna bûyerên peqîna gazê, cihê dilgiranî û metirsiyeka ciddiye û divê aliyên peywendîdar bi zûtirîn dem bi ciddî li ser vê mijarê rawestin û çavdêriyeka baştir li ser sîstemê gazî û çawaniya bikarînana wê bikin û rêkarên baştir yên selametiyê hebin da ku rê li bûyerên bi vî awayî yên xemgîn bê girtin.
Xwedayê mezin alîkarê malbat û kesukarên qurbaniyan û xelkê parêzgeha Duhokê be û dilê me hemûyan bi wan re ye.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.11.2022”