Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 01:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Li cem min nav û erkê herî mezin û pîroz Pêşmergetî ye û ez Pêşmerge me
| KDP.info


Duhok-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de gotarek pêşkêş kir û ragihand “li cem min nav û erkê herî mezin û pîroz, Pêşmergetî ye û ez Pêşmerge me.”

Gotara Serok Barzanî wiha ye:

“Ji bo vê baweriyê ji dil spasiya we dikim; şerefeke mezin e ku ez di xizmeta we de me lê ez ji dil û can dixwazim ji we re dibêjim ku ez çi bim, li cem min nav û erkê herî mezin û pîroz Pêşmergetî ye û ez Pêşmerge me.

Ez ne ji wan kesan im ku heta dema ku dimire bixwaze serok yan jî berpirs be. Xwezî li Herêma Kurdistanê û herêmê jîngeh û rewşeke wiha çêbibûya, min di vê kongreyê de destûra we bixwesta. Ji ber ku her destpêkek dawiyeke wê heye. Her kes çiqas mezin û pileya wî çi be, dê rojek were terka we bike.

Ez jî mirovekî wek her kesî me. Em bixwazin nexwazin, rojek ku îradeya Xwedê pêk hat, ez ê terka we bikim. Ji ber vê yekê vê asayî werbigirin lê bi hêviya ku di kongreya bê de, eger em zûtir jî bikin, ez ê bikaribim vê emanetê radest bikim, ji ber ku ez naxwazim mirin, min ji we veqetîne. Ez dixwazim berî wê xatir ji we bixwazim. Lê niha ji bo em berdewam bin, PDK berdewam be, ji ber ku hûn wiha dixwazin ez spasiya we dikim û ez ê di xizmeta we de bim.

Hevalno, li cîhanê her mirovek xwedî hin taybetmendiyan e. Ê me jî hin taybetmendiyên me hene. Berî ku bimire, Cenabê Barzanî wesiyet ji min û Kek Îdrîs re kir û got, divê hûn di du bedenan de bibin yek can. Şikir ji Xwedê re me wesiyeta wî pêk anî. Ne wek canek di du bedenan de, ez her tim amade bûm ku xwe bixim şûna Kek Îdrîs û di şûna wî de bim. Qeder ne di destê mirovan de ye, di destê Xwedê de ye, heger di destê min de bûya, min dê xwe di şûna Kek Idrîs de daniya ji bo ku ez biçim û Kek Idrîs bimîne lê ne di destê min de bû.

Niha jî weke ku min di gotara xwe de anî ziman, ez pîrozbahiyê li we û hemû alîgir û dilsozên gelê me dikim ku kongreya me wê bibe kongreyeke taybet û di heman demê de sersaxiyê ji wan kesên ku xwe hazir dikirin ji bo PDKê Fatîhayê bixwînin.

Ji bo ku rewş rêkûpêktir bibe û em bikarin bi rêve bibin, ez pêşniyar dikim ku hûn Nêçîrvan ê kurê Kek Idrîs wek cîgirê serokê PDKê bipejirînin.

Ez ji we re serkeftinê dixwazim û em ê kongreyeke taybet pêk bînin.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact