Duhok-KDP.info- Kongreya PDKê îro Pêncşema 3.11.2022 li Duhokê destpê kir û di destpêkê de Serok Barzanî pêşangeheke wêneyan vekir. Paşê Serok Barzanî gihîşt hola kongreyê û kongre bi xwendina hinek ayetên Quranê destpê kir.
Serok Mesûd Barzanî îro danê sibehê bi boneya destpêkirina 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê, peyamek di tora xwe ya fermî yê “Twitter” de belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Îro 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê dest bi karên xwe kir. Bi vê boneyê, pîrozbahiyê li hemû endam û alîgirên PDK ê û gelê Kurdistanê dikim. Hêvîdar im encam û raspardeyên Kongreya Çardemîn a PDK’ê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê me de bin.”