Bexda-KDP.info– Wezareta Derve ya Iraqê îro Çarşemê êrişên Îranê yên bi top û mûşekan bo ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Wezaretê di daxuyaniyekê de got: “Em bi tundtirîn şêwe bombebarana topxane û mûşekan a Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin, ku hevdem ligel bikaranîna 20 firokeyên bê firokevan ên ku teqemenî hilgirtibûn, ku çar deverên Herêma Kurdistanê kirine armanc û hejmarek kes şehîd û birîndar ketine.”
Wezareta Derve ya Iraqê wiha domand: “Ev pêşkeftineke metirsîdar e ku gefê li ewlekarî û serweriya Iraqê dixwe û bandorên tirs û terorê li ser sivîlan aloztir dike.”
Herwiha got: “Ev kiryarên ji aliyekî ve rewşa ewlehiyê aloz dikin û siyê diavêjin ser herêmê û tenê dibin sedema aloziyên zêdetir.”