Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 06:28 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Wezareta Pêşmerge: Eger şer di navbera Tirkiye û PKKê de hebe, divê meydana şer li hindurê Tirkiyê be
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Erkana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, PKK nikare şerê hêzên Tirkiyê bike û bi berdewamî navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji hêzên Tirkiyê re vala dike û hêzên Tirkiyê lê bi cih dibin.

Serokatiya Erkana Wezareta Pêşmerge ragihand: “Ji heyama çend rojan ve, careke din medyayên ser bi PKKê ve dest bi helmeteke xapandinê ya li dijî hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kirine û wiha belav dikin ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li navçeyên çiyayên Amêdiyê û Zapê rê ji artêşa Tirkiyê re xweş kirine ji bo şerê PKKê bike.”

Di daxuyaniyê de hatiye: “Herêma Kurdistanê statyoyeke destûrî û siyasî ye û Herêma Kurdistanê berhemê xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye. Ji dema ku Herêma Kurdistanê dirust bûye, PKK herdem çavkaniya gef û serêşiyan ji xelkê Kurdistanê re bûye û bi neheqî bûye rêgir li pêş avedankirina bi sedan gundan. PKKê rê daye xwe ku nav û nîşanên navçe, çiya û geliyên Herêma Kurdistanê biguhêre û navên ecêb û biyan li wan navçeyan bike. Herwiha di kareke nemirovane û dijî jîngehê de, çekdarên PKKê rê, gelî, kanî û daristanên Herêma Kurdistanê bombe kirine ku ev jî metirsiyeke mezin li ser jiyana xelkê asayî, kasibkar û gundiyan dirust kiriye. Her ji ber hebûna neyasayî ya PKKê li ser xaka Herêma Kurdistanê, beşeke mezin ji xelkê navçeyên sînorî ji mal û milkên xwe bar kirine.”

Serokatiya Erkana Wezareta Pêşmerge di xaleke din a daxuyaniya xwe de dibêje: “PKK nikare şerê hêzên Tirkiyê bike û bi berdewamî navçeyên sînorî ji hêzên Tirkiyê re vala dike û hêzên Tirkiyê li dû xwe tîne. Eger hevrikî û şer di navbera Tirkiye û PKKê de hebe, divê meydana şer li navxweya Tirkiyê be.”

Di daxuyaniyê de wiha hatiye: “Medyaya PKKê çend wêneyên otomobîlên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji dûr ve belav kirine û îdia dikin ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rê ji hêzên Tirkiyê re xweş kiriye. Jibilî ku ew îdîa ti bingeheke wê tune ye, em radigihînin jî ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê mafê wê ye li ser xaka xwe desthilata xwe bikar bîne û erkên xwe bike û parastina xelk û xaka Kurdistanê bike. Lê pirs ew e, hêzên PKKê bi çi heqî li ser xaka Herêma Kurdistanê ne û destê hêzên Tirkiyê li dû xwe dikşînin? Ji bo çi naçin hindurê Tirkiyê û gef û serêşiyê ji xelkê Kurdistanê re çêdikin?.”

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact