Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 27 SEP 2022 22:56 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Seroka Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li PDKê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta 76 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Serokê Parlamentoya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serok Barzanî û Mekteba Siyasî ya wê partiyê kir.

Rêwaz Fayeq Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi boneya 76 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û got: “Em pîrozbahiyê li hemû endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re dikin.”

Herwiha di berdewamiya peyama xwe jî de Rêwaz Fayeq dibêje: “Em hêvîdar in ku ev salroj di vê qonaxa girîng û hestiyar de bibe çavkaniya geşepêdana zêdetir di xebata hizbî û siyasî û pêngavên ji bo girêdana xetên neteweyî yên yekrêzî û yekgirtina gelê kurd û bidestxistina hemû maf û azadiyan, avakirina aramiya siyasî û civakî, em careke din we pîroz dikin, her tim serkeftî û serfiraz bin.”

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Em hêvî dikin şerê sînorê Zaxo bidawî were û hurmetê ji ax û serweriya me re bigrin

TUESDAY, 27 SEPTEMBER 2022 15:09:50

Zaxo-KDP.info- Îro Sêşemê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve merasîma danîna xîm û berê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzariyê li sînorê îdareya Serbixwe ya Zaxo bi qasî 26 milyar û nîv dînaran birêve çû û Serokê Hikûmetê jî gotarek pêşkeş kir û di gotara xwe de got: “Mixabin ew şer û pevçûnên ku li navçeyên sînorî yên Zaxo hene, bûne sebeba wê yekê ku em nikaribin gelek gundên xwe avedan bikin. Lewma em hêvî dikin ew şer bidawî were û hurmetê ji serwerî û axa me re bigrin.”

 
Serok Barzanî di salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de: Tarîtiya şevê her divê biçe

SUNDAY, 25 SEPTEMBER 2022 17:09:29

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya pêncem salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li ser tora xwe ya civakî Twitterê peyamek belav kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreya Başûr kir

SUNDAY, 25 SEPTEMBER 2022 17:09:06

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 25ê Îlona 2022an pêşwazî li Konsolê Giştî yê nû yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Cho Kijoung kir.

 
Nêçîrvan Barzanî beşdariya merasima cejna Neteweyî ya Erebistana Siûdî kir

SATURDAY, 24 SEPTEMBER 2022 00:09:58

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja înê 23.09.2022ê li bajarê Hewlêrê, beşdariya merasima 92. emîn salvegera roja Niştimanî ya Şahnişîna Erebistana Siûdî kir ku, ji aliyê Konsolxaneya Giştî ya Erebistana Siûdî ve li Hewlêrê hatibû amadekirin.

Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge kir

WEDNESDAY, 21 SEPTEMBER 2022 15:09:53

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bo Karûbarên Asayişa Navdewletî Celeste Wallender kir.

 


 
© 2022 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact