Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30.6.2022an, pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.
Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê David Hunt amade bû, dawî guhartin û pêşhatên Iraqê û xurtkirin pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.
Herdu alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de kirin, bi taybet pirsa petrol û gazê li ser binemaya destûrê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe di çarçoveya destûrê de cibicî kirine û pêwîst e Hikûmeta Federal jî rêz li mafên destûrî yên Herêmê bigire û wek qewareyeke federal riftarê ligel Herêma Kurdistanê bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê jî kir ku Herêma Kurdistanê herdem amade ye ji bo guftûgo û gihîştina rêkeftinekê ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tê de parastî bin û di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.