Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:35 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li hunermendê Kurd Şehramê Nazirî kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja Çarşema 18.05.2022 ê, pêşwaziya hunermendê navdarê Kurd Mamosta Şehramê Nazirî kir. Hunermendê Kurd ev demeke bi serdan li Herêma Kurdistanê ye û roja duşemê 16.05.2022 ji aliyê Wezareta Rewşebîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, di merasimeke rêzlênanê de, bi madaltiya Zêrîn hat xelatkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî nîşandana kêfxweşiya xwe ya bi hevdîtina Mamosta Nazirî, dîrok, xizmet û kar û berhemên hunerî yên hunermend Nazirî bilind nirxandin û got ku pêgeh û navdariya Mamosta Nazirî li ser asta cîhanê û deverê û ew xelatên navdewletî yên bi dest xistîn ji bo hemû Kurdan û xelkê Kurdistanê bi giştî cîhê şanaziyê ye.

Serok Nêçîrvan Barzanî got ku ew amade ye bi her awayî piştevaniya Mamosta Nazirî bike û temeneke dirêj, tendirustiyeke baş û serkeftinê jê ra xwest.

Mamosta Şehramê Nazirî spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û ew xelatkirin û qedirgirtina li Herêma Kurdistanê ji bo wî hatiye kirin kir û got ku xelatkirin û qedirgirtina wî li Herêma Kurdistan ji bo wî ji hemû wan rêzlênan û xelatên navdewletî yên li ser asta cîhanê wergîrtine watedartir û bihadartirin û zêdetir şanaziyê pê dike û bi serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtina digel Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan da.

Di vê dîdarê da, Wezîrê Rewşenbîriyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê wî amade bûn.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact