Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:40 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Elî Ewnî: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe Iraq aram nabe
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info– Endamekî Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand, ku Iraq ti gav ji bo çareserkirina pirsgirêkên destûrî yên Herêma Kurdistanê neavêtiye û heya pirsgirêka Kurd çareser nebe Iraq aram nabe.

Endamê Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Aûnî derbarê xetimandina proseya siyasî ya Iraqê ragihand: “Iraqê ti gav ji bo çareserkirina kêşeyên destûrî yên taybet bi Herêma Kurdistanê neavêtiye û heya pirsgirêka Kurd çareser nebe Iraq aram nabe. Piştî hilbijartinên Iraqê heya niha aliyên Iraqî negihiştine ti encamekê, sedema aloziyan jî ew e ku partiyên siyasî bi xwe ne xwedî îrade ne, lê di destê dewletên navçeyê de ne ku destêwerdana Iraqê dikin.”

Elî Ewnî wiha got: “Gelek aliyên siyasî bi taybetî jî yên di Çarçoveya Hevahengiyê de ne, Dadgeha Federalî ya Iraqê xistine bin kontrola xwe û pê dilîzin. Îro ew dadgeh bûye dadgeheke siyasî û em dikarin jê re bibêjin (Dadgeha Siyasî ya Federal), ku her roj ji Kurdan re astengiyan çêdikin.”

Her wiha got: “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî çend demjimêran ji hilbijartinan serdana hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî û Iraqî kir, ji bo ku aramiyê li Iraqê pêk bînin, lê mixabin helwesta gelek aliyan ne wek pêwîst bû, heya di nav mala kurdan de jî wisa bû.”

Ewnî wiha domand: “Pirsgirêka Kurd ji bo şer e, ji bo bidestxistina madeyên destûrî, madeya 140 û hemû madeyên destûrî yên ku mafên Kurdan garantî dikin, lê hinek alî di nava çend saetan de bajarekî weke Kerkûkê radestî dijminên Kurdistanê kirin.”

Elî Ewnî wiha got: "Hikûmeta Iraqê ti gav bo çareserkirina pirsgirêkên destûrî neavêtiye, bi taybetî pirsên destûrî yên girêdayî Herêma Kurdistanê, ku Iraq ne aram bûye, ji ber ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe Iraq aram nabe.”

Derbarê (PDK) û helwesta wê ya li ser rewşa siyasî ya Iraqê jî got: “PDK herdem ji bo çareserkirina pirsgirêkan û diyalogê vekirî ye.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact