Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 6 JUL 2025 01:36 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî salvegera damezirandina Bingeha Laliş pîroz kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta bîst û nehemîn salvegera damezirandina bingeha rewşenbîrî ya Laliş peyamek belav kir.

Îro 12 Gulanê û bîst û neh saliya damezirandina bingeha rewşenbîrî ya Lalişê ye. Ji ber ku ew bingeha han roja 12 Gulana 1993 hat damezirandin.

Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Endamên birêz yên desteya bilind ya bingeha rewşenbîrî ya Lalişê,

Bi helkefta bîst û neh slaiya damezirandina bingeha Laliş, pîrozbahiyên xo arasteyî heweyên birêz û endam û kadrên bingeha Laliş û hemû xûşk û birayên Êzîdî dikim. Spasiya bingeha Laliş dikim ku ji destpêka damezirandinê ve heta niha noke berdewam di xizmeta kultura gelê Kurdistanê û parastin û pêşvebirina rewşa kulturî û nerîtên civaka êzîdî bûye.

Hêvîdar im berdewam di pêşketin û geşbûnê de bin û aramî û xweşiyê bo hemû xûşk û birayên Êzîdî dixwazim. Her serkeftî bin.

Bimînin bi xêr û xweşî.

Mesûd Barzanî

12.5.2022”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact