Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 3 JUL 2025 07:45 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Kongireya PDKê dê îsal meha 10 yan jî 11 were lidarxistin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, ewê sibê bi bizava Sedir û aliyên sunnî re li ser çawaniya nehîştina xitimandina siyasî li Iraqê dest bi civînan bikin.

Encumena serkirdetiya PDKê îro bi serokatiya Serok Barzanî civiya. Piştî civînê berdevkê partiyê Mehmûd Mihemed naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kir.

Mehmûd Mihemed da zanîn, di civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendiyên PDKê bi aliyên Iraqî û Kurdistanî re, rewşa navxwe ya Kurdistanê û rewşa PDKê hatin axaftin.

Berdevkê PDKê li ser rewşa Iraqê got, emê sibê bi aliyên din yên tifaqa Rizgariya Niştiman (Sedir û sunnî) re dest bi civînan bikin bo çawaniya nehîştina xitimandina siyasî li Iraqê.

Mehmûd Mihemed li ser rewşa navxwe û xebatên parlementoya Kurdistanê jî got, parlemento ne tenê bo mijara hilbijartinan lê divê bo karên hikûmetê jî bicive ji ber ku hikûmetê çendîn pirojeqanûn li ser reforman amade kiriye û divê parlemento li ser gotûbêj bike.

Li ser wan gotegotên ku behsa hilweşandina parlementoya Kurdistanê jî dikin, Mehmûd Mihemed got, me hizra wê yekê nekiriye û em tiştekî wisa rast jî nabînin.

Li ser pêwendiyên PDK û YNKê jî berdevkê PDKê got, em dixwazin di asta bilind de hev bibînin. Baş nîne PDK û YNK û Gorran bi rêya medyayê gotûbêj bikin û bersiva hev bidin. Divê em gotûbêj bikin û bi diyalogê vê qonaxê derbas bikin.

Mehmûd Mihemed behsa kongireya 14 ya PDKê jî kir û got, dest bi amadekariyan hatiye kirin û dê meha 10 yan jî 11 ya îsal kongireya 14 were lidarxistin.

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact