Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 7 JUL 2025 00:42 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Liqa 17 ya PDKê: Divê hêzên neyasayî û qaçaxçî û milîs ji Şingalê derkevin
| KDP.info


Derbarê rewşa Şingalê û ew nehametiyên ku hatine serê xelkê Şingalê yên ezîz, hin aliyên neberpirsyar muzayedeyê li PDKê dikin. Li vir em tînin bîra hemû aliyan ku xelkê Şingalê bi xwe şahidê wê yekê ne ku kê ji bo Şingalê qurbanî û xwîn daye. Di dema êrîşa terorîstên DAIŞê li ser Şingalê ew hêz û aliyên ku muzayedatê dikin, di navde jî YNK û PKK û Hikûmeta Iraqê jî, hemû di dema êrîşê de li Şingalê bûn û kesî ji wan bergîrî li Şingalê nekir. Tenê PDKê bergîrî kir û xwîn da. Di proseya azadkirina Çiyayê Şingalê de û vekirina riyên Şingalê de di sala 2014ê de û di operasyona rizgarkirina Şingalê de sala 2015ê, ku PDK û Pêşmergeyên PDKê bi tenê û bi xwîna xwe Şingal azad kirin û heyfa Şingalê ji terorîstan stendin.

Piştî pilana 16 Cotmeha 2017 jî, pêşmergeyên PDKê li ser daxwaza xelkê Şingalê û bo ku şer û alozî di navbera xelkê Şingalê de çênebe, ji Şingalê derketin bi şertekî ku xelkê Şingalê bi xwe, xwe birêve bibin lê hikûmeta Iraqê sozên xwe binpê kir û Şingal da destê qederê û destê çekdarên PKKê û milîsên neyasayî ku karê wan tenê qaçaxçîtî, madeyên hişber û astengkirina vegera awareyan û lîstin bi qedera Şingalê bû. Her kes dizane PDK li ser daxwaza xelkê Şingalê ji Şingalê derket. Çimkî ew hêza ku li Pirdê û Sihêla difina çekdar û milîsan şikand, dê difina xirabkar û çekdarên qaçaxçî jî bişkanda.

Ji bo PDKê, qedera xelkê Şingalê, vegera awareyan û ewlehiya jiyanê bo xelkê mezlûmê Şingalê pêşiya her tiştî ye. Ji xwe xelkê Şingalê vê dizanin û piştevanî dikin. Di hilbijartinan de jî ev nîşan dan û tenê berbijêrên PDKê li Şingalê biser ketin.

PDK dibîne ku divê rewşa Şingalê asayî bibe û hêzên ne yasayî û qaçaxçî û milîs ji wir derkevin. Divê zemîna vegera awareyan were çêkirin û Şingal bo xelkê Şingalê bimîne. PDK êdî nikare li hêviya wê bimîne ku xelkê Şingalê di bin tehdîd û awareyî de bijî û bi qedera wan were lîstin.

Liqa 17 ya PDKê

3.5.2022




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact