Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Almanyayê biryar da erkê hêzên xwe yên li Herêma Kurdistan û Iraqê 9 mehên din dirêj bike. Serokê Herêma Kurdistanê jî pêşwazî li vê biryarê kir û tekez kir, “DAIŞ hê jî gef e li ser aştî û seqamgiya navdewletî.”
Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe derbirî ku Parlamentoya Almanyayê jî biryara hikûmetê ya hiştina hêzên serbazî li Iraqê bo heyama 9 mehên din, pesend bike.
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, “DAIŞ hê jî gef e li ser aştî û seqamgiriya navdewletî û hewlên bi hev re pêwîst in ji bo rûbirûbûna binbirkirina gefa terorê.”