Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 01:44 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Hikûmeta Kurdistanê biryar da ji deynên elektrîk û avê %15 erzan bike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Encûmena Wezîran di civîna îro de biryar da pêwendî û hemahengiya ligel Hikûmeta Federal di warê berevanî û rûbirûbûna teror û budce û çavdêriya darayî de pêş bixe. Herwiha biryar da bi rêjeya %15 erzanî ji bo deynê elektrîk û avê bike.

Îro Çarşema 12ê Çileya 2022yan bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Di beşa yekem a civînê de Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed raportek li ser pêngavên hemahengî û alîkariya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser pêkanîna hêzên hevbeş û dabînkirina pêwîstiyên Pêşmerge û plana hevbeş a rûbirûbûna êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞê pêşkêş kir.

Wezîrê Pêşmerge behsa pêşveçûnên veguhestina hêzên piştevanî û yekeyên din ên hêzên Pêşmerge bo ser Wezareta Pêşmerge kir, Encûmena Wezîran tevî destxweşî li herdu wezaretan, tekezî li ser berdewambûna pêşvebirina zêdetir a hemahengiya ligel Hikûmeta Federalî û bihêzkirina rêzên hêzên Pêşmerge û berdewamiya rêkxistina hemû yekeyên hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de kir.

Piştre Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî û herwiha Wezîrê Navxwe behsa amadekariyên wezaretên pêwendîdar kir li ser rûbirûbûna vîrusa Koronayê û bi taybetî piştî derketina çend kesên vîrusa Omicronê li Duhokê. Encûmena Wezîran biryarên dawî civîna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê pesend kir û tekezî li ser pêşvebirina helmetên wergirtina vaksînê di dema destnîşankirî de kir û bal kişand ser bikaranîna maskan ji aliyê welatiyan ve, bi taybetî li cihên giştî û xizmetguzarî ji bo parastina tendirustiya giştî û rêgirtina li zêdebûn û belavbûna vîrusê.

Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê Xalid Çawişlî raportek li ser pêşveçûn û encamên karê tîma hevbeş a herdu Dîwana Çavdêriya Darayî ya Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê li ser cîbicîkirina pabendiyên herdu hikûmetên Federal û Herêmê li gor yasaya budceyê ya Iraqa Federal ji bo sala 2021ê pêşkêş kir.

Encûmena Wezîran tevî destxweşî li hewlên Dîwana Çavdêriya Darayî kir, wezîr raspartin ku hemahengiya pêwendiyên ligel hevtayên xwe yên li Hikûmeta Federal pêş bixin.

Di heman demê de Encûmena Wezîran, Wezareta Darayî û Aborî raspart ku bi hemahengiya ligel Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêmê, pêdaçûnê bikin bi yasa û rênima û pisûle û belgenameyên din ên kar pê hatine kirin di warê darayî û jimêryariya giştî û nûkirina wan de li gor pîvanên hevdemî yên vî warî, da ku hevta bibe ligel sîstema darayî ya kar pê hatiye kirin li Hikûmeta Federalî bi reçavkirina desthilatên destûrî di heman demê de jî di warê prose û muameleyên darayî de bi awayekî hevdemî were rêkxistin, dûr ji rutîn û belawelakirina dem û şiyanê, weke pêngavek jî ji bo pêşvebirina şefafiyeta di warê darayî ya giştî de û sûdwergirtina ji teknolojiyê di cîbicîkirina muameleyên darayî de û dûrketina ji şêwaza klasîk a kar.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact