Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 13 JUL 2025 10:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Koçkirina xelkê Rojavayê Kurdistanê dîsa dest pêkiriye û PYD bazirganiyê bi wan dike
| KDP.info


Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, pêleke din ji koçkirina xelkê Rojavayê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê destpê kiriye û PYD jî bazirganiyê bi wan dike û ji bo ku rê ji wan re veke li ser her kesekî 300 dolarî distîne û ji xwe xelk ji ber karên PYDê direvin.

Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêleşe din ji koçkirina xelkê Rojavayê Kurdistanê ber bi Herêma Kurdistanê dest pêkiriye û di nava çend rojên derbasbûyî de 900 kesên din gihîştin Herêma Kurdistanê û li Kampa Berdereş bicîh bûne. Li ser sînor bi basan tên veguhestin bo nava kampê û Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî hemû pêdviyan ji wan re pêşkêş dike.”

Derbarî sebeba koçkirina xelkê Rojavayê Kurdistanê, Kawa Azîzî wiha got: “Çend sebeb hene ji bo koçkirina wan, wek feqîrtî û bêkarî û nebûna aramiyê. Herwiha xelk direvin ji ber ku deselata PYDê qebûl nakin û tirsa wan ji pêşerojê heye. PYD keçên wan direvîne û zarokên wan bi zorê dibe leşkeriyê. Êdî xelkê Rojavayê Kurdistanê bêhîvî ne, lewma direvin.”

Azîzî wiha got: “PYD bazirganiyê bi wan dike û ji bo ku rê ji wan re veke li ser her kesekî 300 dolarî distîne. Ji bo berjewendiyên xwe her karekî bi xelkê dikin. Xelk jî tenê dixwazin birevin. Xelkê Rojava hemû dixwazin birevin.”

Kawa Azîzî ku herwiha serkiredeyê PDK-S ye, wiha domand: “Niha hejmarek mezin ji xelkê Rojavayê Kurdistanê li ser sînor mane û dixwazin derbasî Herêma Kurdistanê didin, lê PYD nahêle derbas bibin û daxwaza pera ji wan dikin.”

Azîzî wiha got: “Rojavayê Kurdistanê bûye cehneme ji bo Kurdan, ji ber ku ne xwarin û ne gaz û ne benzîn û ne mazot û ne jî pêdviyên din ên jiyanê li Rojava mane, lewma çareseriyeke din jibilî koçkirinê li pêşiya wan nemaye, ji bo ku ji mirinê rizgar bibin, ji ber ku çi tişta xerab heye PYD tîne serê xelkê.”

 




Nûçeyên din

Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

FRIDAY, 11 JULY 2025 16:07:49

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact