Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 7 JUL 2025 00:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Divê bi temamî sînorek bo tawan û kiryarên terorîstan bê danîn
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de daxuyaniyek da û tekez kir ku êdî êrişên rojane yên DAIŞê karvedaneke tund û bilez divê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa DAIŞê de daxuyaniyek belav kir û êrişa DAIŞê ya bo ser xelkê sivîl û Hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar kir.

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji kesûkar û malbatên şehîdan re xwest û diyar kir, “Ji dil û can em hevsoz û hevxemên we ne. Xwedayê mezin giyanê şehîdan bi mîhrebaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê bi malbat û kesûkarên wan bibexşe. Em hêviya zû başbûnê bo birîndaran dixwazin.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê dike, “Êrişên rojane yên terorîstên DAIŞê, êdî karvedaneke tund û bilez û wergirtina rêkarên bergirî û serbazî yên qayîm li Iraq û Herêma Kurdistanê dixwaze ku bi temamî sînorek bo tawan û kiryarên terorîstan bê danîn.”

Nêçîrvan Barzanî daxwaz jî kir ku “pêdaçûn bi rewş û şiyanên serbazî de, pêngavên bilez ji bo hevahengiya aktîvtir a artêşa Iraqê û Pêşmerge û beşdarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî pêwîst e ku valahiya emnî û serbazî bi taybetî li herêmên di navbera Pêşmerge û Hêzên Iraqê de bê tijîkirin.”

Di warê siyasî de jî Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Divê hemû hêz û aliyên Iraqî bizanin ku heta ku proseya siyasî rasterê nebe û aramî û seqamgiriya siyasî li welat cîgir nebe, terorîst dê zêdetir rewşê bikar bînin, lewma erkê pêşîne yê niştimanî yê hemû Iraqiyan e da ku zû nakokiyên siyasî derbas bikin û em hemû bi hev re ji bo berengarbûna teror û vegerandina aramî û seqamgiriyê kar bikin.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact