Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:40 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Ji ber canjidestdana 27 penaberan xemgîn im
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û ragihand ku ji ber canjidestdana 27 penaberan li Kanala Îngilîz (navbera Fransa û Brîtanyayê) gelek xemgîn bûye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez gelek xemgîn im ji ber canjidestana 27 penaberan şeva borî li Kanala Îngilîz, ku dibe hejmarek ji wan Kurd bin, em ji bo diyarkirina nasnameyên wan dixebitin. Em hevxemiya xwe jî ji bo malbatên wan tînin ziman.”

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Ev bûyer metirsiya koçkirina neyasayî û wan qaçaxçiyan tîne bîra me ku xelkê ber bi mirinê ve dibin. Divê em hemû bi hev re rê li ber wan bigrin.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact