Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 12 JUL 2025 10:23 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Spas dewletmedar Mesrûr Barzanî..Em hemû deyndarê Îsmaîl Bêşîkçî ne
| KDP.info


Dr. Mihemed Xidir Mewlûd

Di nava nûçe û rojevên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, min nûçeyek dît pir pê dilxweş û bextewer bûm, ku roja 6.11.2021 careke din Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziyeke hêja û şahane li nivîskar û civaknasê navdarê Turk Îsmaîl Bêşîkçî kir.

Kurd û Kurdistan, netewe û ax, çi li hindur û çi li derve qedera wan ew bûye ku xwedî (kêm dost, pir dijmin) bin.. Yan jî (her çiya dostê wan bin).

Di demekê de ku zilamekî mezin mîna Îsmaîl Bêşîkçî heye, di nava van hemû dijmin û neyar û nehezan de, bi pirtûk û nivîs û berhemên xwe, ku pişta heqiyê û pişta rewatiya kurdbûnê digre, di nava (Turk, Ereb û Farisan) de, nexasim di nava civaka Tirkiyê de.

Şaîrê mezin ê Kurd Nalî gotiye, bibûrin ezê piçekî ji wê şîirê biguherim:

Min Faris û Turk û Ereb bi defterê girtine

Kurd, xwedî milk in, xwedî dîwan in

Rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ..

Ez dizanim bê çiqasî pêgeha Bêşîkçî li cem Serok û Rêber Barzanî mezin e û bê çiqasî rêz jê re hatiye girtin, bi piştrastî jî li cem xelkê Kurdistanê û li cem navendên akadîmî û rewşenbîrî jî ewqasî rê jê re hatiye girtin.

Tevî hebûna Weqfa Bêşîkçî li Hewlêr û li Tirkiyê, ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi merdane û Kurdane roleke mezin dît di avakirina wê de. Li Duhokê jî li Zanîngeha Duhokê ev çendîn sal e ku (Navenda Bêşîkçî) hatiye avakirin û ew navend senterek e çalak û berhemdar e. Di warê zanîngehê de û li nava navendên akadîmî jî, piştî ku Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê diktoraya fexrî pêşkêşî wî kir, niha Zanîngeha Duhokê jî dixwaze diktoraya fexrî bide wî.

Birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê..

Girîng e li Hewlêra paytexta Kurdistanê navendek, senterek, mozexaneyeke rewşenbîrî û erşîfeke taybet bi Bêşîkçî hebe.

Yan jî, ji niha û heya ku Îsmaîl Bêşîkçî li jiyanê mabe, ku hêviya temeneke dirêj jê re dixwazim, her li paytextê peykerek hêja jê re were çêkirin û cadeyek û meydanek bi navê wî bibe.

Mane (Yek dost, li hemberî hezaran nehez û dijminan e).

Silav li Bêşîkçî.. Silav li hemû dostên gelê Kurdistanê û dostên doza me ya netewî li hercihekî dinyayê bin û ji her neteweyekê bin.

Hewlêr 6.11.2021




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

FRIDAY, 11 JULY 2025 16:07:49

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact