Hewlêr-KDP.info- Wezîrekî Hikûmeta Brîtanya ji ber şehîdbûna du pêşmergeyên Kurdistanê li Pirdê, peyameka hevxemiyê ji serokê hikûmeta Kurdistanê re şand.
Wezîrê hikûmeta Brîtanya bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa, James Cleverly peyamek arasteyî serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û ji ber şehîdbûna du pêşmergeyên Kurdistanê li Pirdê sersaxî da wî û hevxemiya xwe anî ziman.
James Cleverley di peyama xwe de gotiye: Mixabin min nûçeya şehîdbûna her du pêşmergeyên we di êrişa DAIŞê de li Pirdê bihîst. Ez xwe şirîkê xema malbatên wan pêşmergeyan dizanim.