Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 8 JUL 2025 14:44 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Fazil Mîranî: Em dixwazin partiyên Kurdistanê wek tîmekê li Bexdayê kar bikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 19.10.2021ê piştî civîna şandeya bilind a PDKê û Partiya Komînîst (Şûî) ya Kurdistanê, sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û sekreterê giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê Kawe Mehmûd civîneke çapemeniyê ve balkêşan ser naveroka hevdîtinê.

Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî got: “Ji bo em ji gengeşe û hewayê helbijartinê xilas bibin û eger berbijêrekî gotinek kirine be û dilê partiyekî êşandibe û ew hev êşandinene ji bo nemînin me biryar da serdana hemû partiyan bikin û ji bo em duh û xeletiyan li dû xwe bihêlin û ber bi sibehê ve biçin em wan hevdîtinan dikin.”

Mîranî got: “Em dixwazin di qonaxa pêş de partiyên Kurdistanê wek tîmekî Kurdistanê kar bikin û ji bo helsengandina helbijartinan û reftarên me û Bexda li gel yek, herwaha me baş dît ku berê em kêmasiyên xwe gengeşe bikin û me çima nekarî reftarekî baş li Bexdayê ava bikin. Gelê tenê hizra hukimraniya Bexdayê ma sedem e? yan kêmasiyên navxweyî yên me jî hene. Divê ev herdu mijar li berçav bên girtin û nabe çavê xwe ji ti yek ji wan re jî em bigrin.”

Fazil Mîranî diyar kir, duh me serdana hevalên YNK, Gorran û Sosyalîstan kir. îro jî me serdana Tevgera Îslamî û Partiya Komînîst kir û ragehand: “Em nehatine ku vê partiyê ti kursî nînin an hene. Ev partiyane hemû Kurdistanî ne û gelek tiştan de em hevbeş in û ev yek jî rastiya peyvendiyan aşkera dike, li gor me nêrînên cuda li dû xwe biryarên baş jî tîne û bê lihevtêgeheştin, karên hevbeş nayên kirin.”

Ji aliyê din ve sekreterê Partiya Komînîst a Kurdistanê Kawe Mehmûd jî ragehand: “Li gor me encûmena nûnerên Iraqê qadeke başe bo berevaniya li berjewendiyên xelkê Kurdistanê û pêwîstî bi bernameyekî hevbeş a baş heye ku hemû aliyên Kurdistanê li xwe bigre. Çi ew aliyên ku nûnerê wan li Parlamentoya Iraqê heye, çi ewên ku nûnerên wan tine divê ew bernameya hevbeş ji aliyê xelkê Kurdistanê ve jî bê pejirandin. Bendewarî hene serokatiya herêma Kurdistanê hemû aliyan vexwîne û ew bernameya hevbeş bibe bingehê serekî bo guftûgoyên li hemû aliyên Iraqê.”

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact