Silêmanî-KDP.info- Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî ragihand, “Armanca me ji serdana aliyên siyasî yên Kurdistanê li Silêmanî ji bo yekrêziya Kurdan e, ku em dixwazin piştî hilbijartinan qonaxeke nû destpê bike û ew tundiya ku beriya hilbijartinan çê bû, nemîne.”
Fazil Mîranî ku serokatiya şanda PDKê dike, ji rojnamevanan re got: “Armanca me ji serdana aliyên siyasî yên Kurdistanê li Silêmanî ji bo yekrêziya Kurdan e. Em dixwazin piştî hilbijartinan qonaxeke nû destpê bike û ew tundiya ku beriya hilbijartinan çê bû, nemîne.”
Mîranî wiha got: “Em dixwazin ku Kurd li Bexdayê yekrêz bin.”
Şanda PDKê îro serdana Silêmaniyê kir û ligel YNK û Tevgera Goran û Partiya Sosyalîst civiya.