Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 5 JUL 2025 22:23 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK: Ji bo ku em mafên xwe yên destûrî biparizin divê li Bexdayê em yek bin
| KDP.info


Silêmanî-KDP.info- Îro 18.10.2021ê piştî hevdîtinên şandeya bilind a PDKê û YNKê berdevkên herdu aliyan li ser naveroka hevdîtinê kongreyeke rojnamevanî lidar xistin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragehand, “em nahêlin ji naha û pê de hikûmeta federal a Iraqê, xelkê Kurdistanê û aliyan tenê bi mijara şandina pare ve mijûl bike û ev mafê me ye.”

Berdevkê PDKê got: “Ev serdane serdanekî dostane ya piştî proseya helbijartinê ye û em dixwazin aliyên Kurdistanî li gel yek biçin Bexdayê û ji bo proseya siyasî ya Iraqê ligel yek bin, ku mafên xwe yên destûrî biparêzin.’’

Mehmûd Mihemed aşkera kir: “Berî helbijartinê salek dibe di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de lijneyên hevbeş pêk hatine ji bo asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî, lê gelek astengî hatine pêş û wek li Şingal û Kerkûkê hate kirin ew jî rastî astengiyan hat.’’

Herwiha got: “Me di civîna polîtbîroyê ya bi serokatiya Mesûd Barzanî de biryar da serdana hemû aliyên Kurdistanî bikin, ên ku li parlamentoya Iraqê kursiyên wan jî tine ji bo rêxistinkirina navmala Kurdistanê emê li gel hemû aliyan bicivin, ji bo ti derz û qelişandinek nebe, ku xelkê dij û nehez bikaribe bikar bînin û pirsgirêkê ji bo Kurdistanê ava bikin.’’

Mehmûd Mihemed got: “Derbarê mijara serokomar de jî hîn ti gotûbêj nehatine kirin, ji ber pêwîst e lijneyekî taybet wan mafane gotûbêj bike ku li Bexdayê me hene. Rast e serokomar pişka kurdan e, lê em nikarin bibêjin pişka filan aliye yan aliyê din e. ji ber ew ji bo Kurdistanê ye, ji bo wê biryara pêşwext nehatiye dayîn û em nahêlin ji niha û pê de hikûmeta federl xelkê Kurdistanê û partiyên Kurdistanê tenê bi mijara şandina pareyan ve mijûl bike. Ev mafê me ye.”

Berdevkê PDKê got: “Bexda di yek tiştî de serkeft ew jî encama belavbûna navmala Kurdistanê bû ji wê sûd wergirtin û ji ber wê jî hemû ew pirsgirêk nehatin çareserkirin ku ji wan jî madeya 140 û Pêşmerge û meseleya neft û gaz û mafên darayî û hemû tişt di wê de asê kirin ku me hemûyan mijûl bike bi meseleya 200 milyar dînar ve. Ji niha û pê de em nahêlin xelkê Kurdistanê bi wê mijarê ve mijûl bikin, ji ber ew mafên me ne em dixwazin di budceyê de mafê me diyar be.”

Mehmûd Mihemed herwiha got: “Di civîna îro de behsa ti payeyekî nehate kirin, behsa şirîktiya rasteqîn hate kirin û me behsa berjewendiyên gelê Kurdistanê kirin li Bexdayê, ku em bi çi awayekî dikarin berevaniyê li berjewendiyan bikin û peywira serokomar mafê kurdan e û kevneşopiyek heye ku ji bo YNKê bûye, lê ev peywir nabe pirsgirêk, ji ber bo me giring e parastina berjewendiyan e.’’

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê YNKê got: “Em ê her hewlekê bidin ji bo li Herêma Kurdistanê û Bexdayê yekrêz bin. Bernameya me jî heye û em li benda encamên dawiyê yên hilbijartinan e.”


 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact