Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 7 JUL 2025 00:45 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Yekrêzî, tebayî û pêkveyî, kilîla serkeftina me ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê peyamek belav kir û ragihand, Pîrozbahiya serkeftina hilbijartina giştî ya Encumena Nûneran li hemû aliyek dikim. Erkê hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye, bi hev re bi yekrêzî kar ji bod ema niha û pêşrojeke baştir ji Herêma Kurdistanê û Iraqê re bikin.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

“Welatiyên xoşewîst..

Hêz û aliyên siyasiyên li Herêma Kurdistan û Iraqê

Pîrozbahiya serkeftina hilbijartina giştî ya Encumena Nûneran li hemû aliyek dikim. Êdî Iraq û Herêma Kurdistanê li qonaxeke nû de ne û encamên dawî her çawa yekalî bibin, em hemû birawene, em hemû bi pêkve divê xwe ji bo erk û berpirsiyariya hevbeş û gefên qonaxa paşerojê, amade bikin.

Yekrêzî, tebayî û pêkveyî, kilîla serkeftina me ye ku desteberê mafên destûriyên Herêma Kurdistanê dike, destkeft û sîstema federalî û qewareya siyasî ya wê diparêze. Erkê hemû hêz û aliyên siyasiyên Kurdistaniyane pêkve, teba û yekrêz, kar ji bo niha û paşerojeke baştir ya Herêma Kurdistan û Iraqê bikin, ji bo vê mebestê jî li gel hêz û aliyên Iraqiyan hevkar bîn.

Erkê me hemûyan li hêz û aliyên siyasî yên Iraq ew e bi nêrîn û xwendin û têgihiştineke nû û rastbîniyê ve, bi sûdwergirtina li ezmûn û şaşiyên berê, li ser bingeha destûr kêşeyên welat çareser bikin. Kar ji bo Iraqeke aram û xweşguzeran bikîn ku tê de mafên destûriyên hemû pêkhatan mîsoger û parastî bin, bawerî, pêkveyî, hevçarenûsî, alîkariya hevbeş, berjewendiya giştî ya welat, hevbeşiya rasteqîne, sazan û wekhevî, em hemûyan kom bike.

Spasî welatiyan, hemû hêz û aliyên siyasî, dam û dezgehên îdarî û emnî, medya û civaka medenî dikim ku li serxistina hilbijartinê da hevkar bûn. Spas û destxweşiyê ji bo erk û keda Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, ji bo çavdêrên navxweyî û biyanî û tîmên Neteweyên Yekgirtî bi taybetî Serok û tîma Unami li Iraq û Yekîtiya Ewrûpa ku û Komkara Erebî çavdêriya proseya dengdanê kirin û prose bi aramî birêve çû. Ev hengaveke girîng e li ser rêyeke rast. Beşdariya me ya li hilbijartina nûnerên me yên li Bexda, pêgiriya me ye bi bingehên demokrasiyê.

Li aliyeke din ve rêjeya beşdariyê di dengdanê da peyameke zelal ya welatiyan ku çav li jiyan û guzer‌an û xizmetguzariya zêdetir e û mafê wan bi xwe ye. Eve ji bo me hemûyan li hikûmet û hêz û aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê, divê pend û waneyek bê ji bo pêdaçûneke ciddî û binyatnana baweriyê, her wiha bibê handerê kar û xizmetên zêdetir.

Êdî dema wê ye, bi hev re kar bikin ji bo damezrandina hikûmeteke niştimaniya federalî ku rengvedana xwest û çaverêyiyên welatiyan be, destûr bi cîh bike, sazî û damezraweyên dewletê bihêz bike, grûp û hêzên çekdarên derveyê yasa kontrol bike, li ser bingeha destûr û hevbeşiya hemû pêkhatên Iraqê, proseya siyasî ya rast bike û ber bi paşerojeke baştir ji bo hemuyan, welat birêve bibe.

Hêviya serkeftinê ji bo me hemûyan dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

12.10.2021”


 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact