Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 05:53 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî zengilê sala nû ya xwendinê lêda: Em dixwazin nifşeke niştimanî perwerde bikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema lêdana zengilê sala nû ya perwerdehiyê de li dibistaneke bajarokê Şeqlawe ragihand, “Spasiya xweragiriya mamosteyan dikim ku tevî hebûna Koronayê û rewşa xirab a aboriyê, nehîştin proseya perwerdehiyê raweste.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li dibistana Şehîd Îbrahîm Sebah Nasir li bajarokê Şeqlawe zengilê sala nû ya perwerdehiyê lêxist. Piştre jî gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, “Mamosteyên birêz û xwendekarên xweşewîst, pîrozbahiya sala nû ya perwerdehiyê li we dikim. Gelekî dilxweş im careke din holên perwerdehiyê ji xwedekaran re hatin vekirin. Mixabin sala borî ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, proseya perwerdehiyê bi awayekî asayî berdewam nebû. Li vir spasiya hemû mamosteyan dikim ku tevê wê rewşa tendirustî û aboriyê ya ne li bar, wan her hewlek dan ji bo proseya perwerdehiyê berdewam be. Spasiya Wezîrê Perwerde û hemû stafê sektora perwedehiyê dikin ku hewlên mezin dan da ku bi awayekî ciyawaz proseya perwerdehiyê berdewam be.”

Herwiha got: “Wek hûn dizanin, hewleke mezin hat dayîn ji bo bi awayê eliktironî xwendin berdewam be, ev jî sîmayeke gelekî pêşketî ye bi berawirdkirina bi sîstema herêmê re. Wane hatin dirustkirin, bi awayekî ku xwedekar bikarin bi awayê eliktironî di xwendina xwe de berdewam bin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Ji ber hemû pirsgirêkên hatine pêş Herêma Kurdistanê, çi di warê aborî û çi di warê tendirustî de, me nikarî wek çawa di bernameya me de hatiye cibicî bikin, lê hêvîdar im di qonaxên pêş de bikarin girîngiyeke zêdetir bidin perwerdehiyê. Tevî wê jî me xemsarî nekir û me pereyên pêwîst ji bo nûjenkirina dibistanan û dabînkirina keresteyên xwendinê ji xwendekaran re dabîn kirin û bi Wezareta Perwerdeyê re li ser xetê bûn.”

Diyar kir jî: “Me karî zêdetir ji 13 hezar xwendekarên dest ji xwendinê berdane vegerînin. Hêvî dikin jî ti xwendekarek ji proseya perwerdehiyê bêpar nemîne.” Got jî: “Di avakirina Kurdistanê de, me daxwaz kiriye her komelgeheke nişticihbûnê were avakirin, divê dibistaneke nû jî pê re were avakirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Perwerde sîmaya pêşeroja welatê me destnîşan dike. Em hewl didin, xwedekarên me baştirîn awayê perwerdeyê werbigirin, ji bo di pêşerojê de nifşekî me yê tendirust, niştimanperwer û jîngehparêz hebe. Hûn xwendekar, pêşeroja welatê me ne, bi perwerde, zanist û hezkirina welat û hevdu, hûn dikarin welatekî bihêz avedan bikin û hûn dikarin rûbirûyî gendelî û her astengiyekê bibin.”

Herwiha got: “Li vir, ez careke din spasiya xweragiriya we dikim, spasiya xweragiriya mamosteyan dikim. Hêvîdar im hemû xwendekar serkeftî bin. Saleke xweş li pêş we be.”

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact