Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 3 JUL 2025 05:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî bo Macron: Ez ji ber pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê dilgiran im
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Fransayê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa rewşa Şingalê û Sûriyê kirin û Serok Barzanî derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê dilgiraniya nîşan da.

Îro Yekşema 29.09.2021 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serok Emmanuel Macron Serokê Fransa û şandeke li gel de kir ku ji Wezîrê Derve yê Fransa û Balyozê Fransa li Iraqê û Konsulê Fransa li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên siyasî û serbazî yên Hikûmeta Fransayê pêk hatibûn.

Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina germ a Serok Macron spasî gel û welatê Fransayê kir ku di têkşikandina DAIŞê de pişta gelê Kurdistanê û Pêşmerge girt û ev yek bi dîrokeke hevbeş a şerefmendaneya di navbera herdu gelan de da zanîn.

Serok Barzanî got jî ku gelê Kurdistanê xwediyê çanda pêkvejiyanê ye û DAIŞ nekarî wê çandê ji gelê Kurdistanê bistîne û nekarî di nava civaka Kurdistanê de ji bo xwe pêgehekê dirust bike. Serok Barzanî spasî hewlên Serok Macron yên ji bo alîkariya Iraqê kir û ragihand ku ev hewl cihê geşbîniyê ne.

Her di vê hevdîtinê de Serok Macron ragihand ku “Min xwest Serok Barzanî bibînim ji bo dûpatkirina rêz û dostayetiya di navbera du gelan de û berdewambûna pêgiriya Fransa bi şerê terorîstên DAIŞê”.

Macron got jî ku Pêşmerge bi wêrekane şer kir û bû bi çavkaniya îlhamê û e yek bi xwe waneyek e ku alîkariya biyanî bi bêyî hebûna cengawerên bi wêrek yên li ser erdê ser nakevê. Her di derbarê gefên terorîstan Serok Barzanî ew yek jî ji Serokê Fransa re got ku gefa terorê hêjî maye ji ber ku ew sedemên bûne hokara serhildana teror û tundiyê hê jî mane.

Her di vê civînê de peywendiyên Hewlêr û Bexda û giriftên li ber proseya siyasiya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê guftûgo kirin û her du alî hêvî xwestin ku hilbijartinên Iraqê bibê amrazeke baş ya dirustbûna guhertin û pêşveçûn û pêkanîna xwest û îradeya welatiyan.

Rewşa Şingal û Rojavayê Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn û Serok Barzanî dilgiraniyên xwe yên ji ber pêşeroja Kurdan li Sûriye bi Serok Macron gihand.

Piştî temambûna wê civînê Serok Barzanî peykerê Pêşmergeyê wekî hêmaya berxwedana gelê Kurdistanê li beranber terorê pêşkêşî Serok Macron kir û Serokê Fransa jî diyariyeke taybetî ku hêmaya Komara Fransaye pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Paşê Serok Barzanî li gel Serok Macron hevdîtina malbata Şehîd Hucam Surçî û polek Pêşmergeyên jin yên hêzên Zêrevaniya Herêma Kurdistanê kirin.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact