Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 02:15 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Qormîşkirekî “PKK”yî ku haya wî ji dîrokê nîne
| KDP.info


Hêja Bekir

 

Malpera “Şar Pres” qaşo gotareke kesekî bi navê Selah Xidir belav kiriye.

Beriya ku em biçin ser naveroka wê nivîsa ku nîşan dide xwediyê wê çiqasî ha ji dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê nîne, emê du sê tiştan bînin bîra wî kesî.

Di serî de, ew dana ber hev a ku wî kesî gotaroka xwe li ser ava kiriye, pir bêserûber û bêwate ye, ku aliyên asman û rêsman daye ber hev.

Cihê pirsê ye, ku gelo ev êrişên PKK û Kalkan di vê dema han de, çiqasî girêdayî ne bi van bûyerên ku niha li wir çêdibin û dixwazin çi peyamekê ji bo kîjan alî bişînin?

Xwediyê nivîsê piştrast e ku Kalkan ji bo xwe bi vê êrişa wî razî ye, ne ji xwe ve, ji tirsan? Ew yek jî qevaztin e bi ser yek ji pirensîpên sereke yên “PKK” ku ji roja yekê de dane pêşiya xwe û dibêjin, ti kes netiştik e jibilî rêbrê wan, û her kesek ji vê pirensîpê dûr bikeve, dê 3 rê li pêşiya wî hebin: Rexnekirina şexsê xwe heya asta ku xwe pê pîs bike. Derperandina ji PKKê heya wê astê ku xwe jidest bide. Yan jî rêya kuştina bi tometa xiyaneta li rêberê xwe, li pêşiya wî ye. Ji bo van hersê riyan jî bi sedan û bi hezaran mînakên zindî hene. Li vir emê tenê mînakekê bînin ji bo wî nivîskarê qormîşkirî yê ku haya wî ji dîrokê nîne: Serkirdeyê berê yê PKKê û nivîskar û rewşenbîrê şoreşgêr ê Kurdistana Tirkiyê Mihemed Selîm Çurukkaya di pirtûka “Ayetên Apo” de behsa bûyerekê dike, ku wê demê Çurukkaya li Ewrûpa hîn sernivîserê belavokeke PKKê bû.. Xuya ye yek ji wan bi sedan rewşenbîranên azad ên Kurd e ku li dijî dîktatoriya nava PKKê dest jê berdane û di pirtûkekê de ku li Ewrûpa hatiye belavkirin bi şêweyekî erênî û pozetîv behsa Çurukkkaya û Mistefa Qersû dike (Mistefa Qersû serkirdeyê PKK ye û hevalê Kalkan e), Çurukaya dibêje: “Rojekê telefona min lêda, min dît Qersû ye, rabû min jê re got kerem bik. Wî jî got, Mihemed Selîm ez û te têde çûn! Min jê pirsî, çima? Wî jî got: Filankes di pirtûka xwe de bi xerabî behsa serokatiyê kiriye û bi başî behsa min û te kiriye!!”

Vêga heval ev rastiya rewşê ye û ev e halê wî Kalkanê ku ti navê wî dike şoreşgêrê azad û ev e halê serkirdeyên PKKê. Azadiya çi û halê çi!!

Nivîskar, di êrişeke din de, dikeve berûvajî gotinên xwe, ji aliyekî ve dibêje, serkirdeyên PDKê qaşo nizanin Kalkan Tirk e û b baweriya wan Kurd e lewma mafê wî tune ye bi navê Kurdan biaxive, ji aliyekî din ve xwedê giravî dibêje, sala 1983an Kalkan rêbertiya Gerîla kiriye, di operasyoneke hevbeş a Pêşmerge û Gerîla de li dijî artêşa Iraqê li navçeya Heftenîn!! Baş e çawa PDK ligel kesekî operasyoneke hevbeş bike û PDK nizanibe ka ew kes Kurd e yan Tirk e? Jibilî ku ew gotin nerast û bêbextî ye, ji xwe wê demê ne artêşa Iraqê qet li Heftenînê bû û ne jî pêşmergeyên PDKê operasyoneke hevbeş ligel Gerîlayên PKKê kirine.

Nivîskar qaşo hatiye bergîriyê li Kalkan û PKK bike, lê bê ku zanibe gelek buxtanan dixe hustê wan de, ku bêguman ew pêrazî nabin. Kalkan û hevalên wî, serkirdeyên PKKê û Qendîlê, dest ji Kurdayetî û navê Kurd û Kurdistanê berdane û nefretê li xebata netewî û netewxwaziyê tînin, ku ev yek jî di edebyata PKK û rêbertî û şaxên wê de xuya ye û ew bi xwe vê yekê mikur tên û şanaziyê jî pê dikin.

 

Di dawiyê de, hemû ew bêbextiyên ku nivîskar dibêje di vê nivîsa xwe ya bêserûber û cihê gumanê de, nehêja ne ku em bersiva wan bidin û ew gotinên te nikarin wan pirsên sereke yên di hizra xelkê Kurdistanê de û di hizra bi sedan ciwanên Kurd ên ku bi nêta Kurdayetiyê li pey PKKê ketine, bibin. Ew pirs jî ev in: PKK ji ber çi ji axa xwe revya ye û li Herêma Kurdistanê çi dike? Çima şerê Pêşmerge û dezgehên rewşa yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye tekane erkê xwe?




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact