Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 7 JUL 2025 00:41 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serkirdeyekî PDKê: Em hizrê li bedîlê vekişyana Amerîka dikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Gotûbêjên Amerîka û Iraqê gihîştine qonaxeke nû. Serkirdeyên Iraqê di bin gefa girûpên çekdar û milîsan de daxwaza vekişandina hêzên Amerîka ji Iraqê dikin. Şandeke Iraqê naverasta vê hefteyê dê serdana Amerîka bike û li wir gotûbêjan bike. Serokwezîrê Iraqê hatiye neçarkirin ku bi şêweyekî nû gotûbêjan bike ligel berpirsên Amerîka, ew jî gotûbêjkirina vekişandina hêzên Amerîka ye ji Iraqê û gotûbêjkirina rewşa nû ya navçeyê.

Gera 4emîn a gotûbêjên sitratejîk di navbera Amerîka û Iraqê de birêve diçe û roja Dûşema 26.7.2021 Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî wek serokê şanda Iraqê serdana Washington dike. Çar Kurd di wê şandê de beşdar dibin ew jî Wezîrê Darayî yê Iraqê Fûad Husên û Nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û Sekreterê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm. Derbarê wê serdanê Fûad Husên ji medyayên Iraqê re gotiye, hêzek biçûk a Amerîka li Iraqê meye, û yên ku li vir mane jî dê li gorî xişteyekê vegerin Amerîka. Herwiha gotiye, pêwendiyên abûrî di navbera Amerîka û Iraqê de girîng in û Herêma Kurdistanê jî aliyekî sereke yê van gotûbêjan dibe.

Pirs li vir ew e, ku Herêma Kurdistanê dê rola wê çi be di diyaloga sitratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de? Çavkaniyek dîplomtîk pilebilind ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Ligel Bexdayê me bi hûrî behsa wê yekê kiriye ku Amerîka dikare bi rêya şirketên xwe yên ku li Kurdistanê di warê enerjiyê de kar dikin roleke giringe bibîne. Herwiha Amerîka di pirsa abûrî de berê bi Iraqê re lihev kiriye li ser pirsên abûrî û perwerde û pîşesaziyê, ku ev yek dikarin bibin bingehek girîng li navçeyê, lê heya çiqasî daxwaza Iraqê ji bo vê yekê heye? Ev pirs hemû hîn di qonaxa gotûbêjan de ne.”

Berpirsê Pêwendiyên Iraqî û Kurdistanî yên PDKê û Endamê Encûmena Serkirdatiya PDKê Elî Husên ji KDP.info re ragihand: “Kurdistan beşek e ji Iraqê û Amerîka wek beşek ji Iraqê kar bi me re dike. Lê Kurdistan xwedî taybetmendiyekê ye. Derbarê vekişandina hêzên Amerîka ji Iraqê gerek em hemû egeran liberçav bigrin û em bedîl jê re deynin û zanibin bedîl ji vekişandina Amerîka re çi ye. Iraq ji bo welatên mezin girîng e û aramiya wê ji bo navçeyê girîng e. Lewma serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê derbarê bedîl hizir dike ku bedîl çi ye. Ewropa jî dikare di çarçoveya sîstema serbazî ya NATO û di çarçoveya hevpeyamaniya xwe ya ligel Amerîka de rola xwe li navçeyê bibîne.”

Elî Husên wiha got: “Çûna şanda Iraqê û civînên wê ligel berpirsên Amerîka dê pêşeroja pêwendiyên Amerîka û Iraqê diyar bikin, wek mana hêzên Amerîka li Iraq û Kurdistanê, ku ev yek dê bandorê li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê bike.”

Derbarê hilbijartinên Iraqê û egera vekişandina PDK ji wan hilbijartinan ji ber ku rewşa Kerkûk û Şingal û Mûsil û Xaneqîn û Diyala xerab e, Elî Husên ragihand: “Wek PDK me ti biryar nedaye derbarê hilbijartinan. Eger biryarek wisa hebe partiyek bi tenê wê biryarê nade, ji ber ku em dixwazin biryara hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê yek be.”

Husên wiha got: “Rola Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya guhertinan de girîng e û Serok Barznaî li ser asta cîhanê jî mamele pê re tê kirin. Serok Barzanî sedemeke ji bo aramiyê li navçeyê û rola wî di şerê li dijî terorê de û pêwendiyên navdewletî de bi bandor û bihêz bûye, lewma berdewam berpirsên cîhanê behsa rola Serok Barzanî li navçeyê dikin.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact