Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 23:17 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK-S: Emîn Îsa di zindana PYDê de bi îşkenceyê hatiye şehîdkirin
| KDP.info


Qamişlo-KDP.info- Komîteya Naendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) derbarê şehîdkirina Kurdekî Rojavayê Kurdistanê di girtîgehên PYDê de bi tundî şermezar kir û got ku ew xort bi îşkenceyê hatiye şehîdkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) şehîdkirina endamekî xwe di girtîgehên PYDê de bi tundî şermezar dike û radigihîne, “Pêkanîna vê tawana kirêt di vê demê de ku hewldanên navdewletî û Amerîkî ji bo dubare destpêkirina danûstandinên yekrêziya helwesta Kurdî de heye, peyameke nerênî û xirap ji aliyê Rêveberiya Xweser a ser bi PYDê ve ye.”

Komîta Navendî ya PDK-Sê di daxuyaniyekê de ragihand, “Endamê Encûmena Şaxê ya partiya me Emîn Îsa Emîn pişî ku 22 Gulana borî de ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hatibû xwastin û binçavkirin û ji bo girtîgeha Serdozgeriya Leşkerî ya ser bi PYDê ve hatibû veguhastin, di girtîgehên PYDê rastî eşkenceyên hovane hat û di bin eşkenceyê de hat şehîdkirin.”

Di daxuyaniya PDK-Sê de hatiye: “Piştî pişknîna bedena wî (Emîn Îsa) û li gor raporta bijîşkî, şopên îşkenceya hovane û şikestinê li hemû bedenê wî hene, bi amûrên giran li çok û stuyê wî hatiye xistin û pişt seriyê wî û pişta wî bi zeyta germ hatiye şewitandin.”

PDK-Sê dibêje: “Pêkanîna vê tawana kirêt di vê demê de ku hewldanên navdewletî bi giştî û yên Amerîkî bi taybetî ji bo dubare destpêkirina danûstandinên yekrêziya helwesta Kurdî di navbera ENKS û PYNKê de hene, peyameke nerênî û xirap ji aliyê Rêveberiya Xweser a ser bi wê (PYD) ve ye.”

Di daxuyaniyê de hatiye jî: “Em wek Komîta Navendî ya PDK-Sê di dema ku em vî karê hovane bi tundî şermezar dikin, daxwazê ji aliyê Amerîkî wek serperişkar û gerentîkarê danûstandinên yekrêziya Kurdî dikin ku bi erkê xwe rabe û van kiryar û tawanan rawestîne. Herwiha daxwazê ji rêxistinên navdewletî yê mafên mirovan dikin destêwerdan û lêkolînê di vê tawana kirêt de bikin û tawanbar û kujerên ev tawan kirine diyar bikin û bidin dadgeheke aşkere û bi çavdêriya navdewletî.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hatiye: “Ev tawan li dijî belgeyên navdewletî û nirxên mirovatiyê ne û cihê wê em tekez bikin ku raportên sexte yên ji aliyê berpirsên PYDê ve derdikevin, armanc jê ew e ku rastiyên vê tawanê bincil bikin tawanbaran veşêrin.”

 




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact