Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 02:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

“Hêzên Rojava û Rojhilat jî li Başûr hene lê tenê PKK rewşa Herêma Kurdistanê liberçav nagre”
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- PKK valahiya ku li ser sînor çêbûye, wek derfet bikar aniye û çekdarên wê sûdê ji axa Herêma Kurdistanê dibînin ji bo çalakiyên xwe. Pisporekî siyaseta PKKê jî dibêje, gelek hêzên perçeyên din ên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hene, lê tenê PKK rewşa Herêma Kurdistanê liberçav nagre.

Şirovekarê siyasî û pispor di warê siyaseta PKKê de Mistefa Şefîq ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî şerê xendeqan li Bakurê Kurdistanê, ku sala 2015an bajarên Bakurê Kurdistanê tê de wêran bûn û nêzîkî 8 hezar kes hatin kuştin, dewleta Tirkiyê bi hêzeke mezin li pey PKKê ket û çekdarên wê ji Bakur derxistin. Piştre Tirkiye êrîşî Rojavayê Kurdistanê jî kir û PKK ji Efrîn û Girê Sipî û Serêkaniyê derxist. Dewleta Tirkiyê biryara xwe daye ku şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê bidawî bîne. Mixabin ji ber ku PKK êrîşî PKKê kir, PKK hemû hêza xwe kişandiye Başûrê Kurdistanê.”

Wî şirovekarê siyasî wiha got: “Biryar bû PKK şerê xwe bibe Bakurê Kurdistanê, lê beruvajî, PKK şerê xwe anî ber deriyê Başûrê Kurdistanê. PKK ti hêzeke xwe ya leşkerî û siyasî li Bakurê Kurdistanê nehiştiye û hemû aniye nava axa Başûr û Rojava. Ev yek jî bêguman xizmeta siyaset û stratîjiya Tirkiyê dike. Ji xwe serfermandarê Tirkiyê jî gotibû, ji bo ku em asayiş û ewlehiya Tirkiyê biparêzin, divê em şer bibin deşta Sûriye û bakurê Iraqê.”

Mistefa Şefîq wiha domand: “Bêtirî 100 salî ye ku Kurdan xebat kirine û berhema wan jî tenê ezmûna Herêma Kurdistanê ye. Her hêzek eger xwe Kurd bibîne, eger nikaribe parastinê bike, bila kêşe û pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re dernexîne. Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hene, hêzên Rojhilatê Kurdistanê li Başûr hene, û hemû hêzên Kurdî rewşa Herêma Kurdistanê liberçav digrin. Lê tenê PKK wê yekê nake.”

Şefîq wiha got: “PKK ev 43 sal e ku hatiye damezrandin û nêzîkî 40 salî ye ku li ser axa Başûrê Kurdistanê dijîn. Li ser nav û ava xelkê Başûr jiyane. Lê ziyana wan a mezin ji Herêma Kurdistanê re ye.”

Derbarê egera derketina şer di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, Şefîq ew yek dûr dît û wiha got:“Şer ne di berjewendiya ti kesî de ye. Şer ne çareserî ye. Em di qonaxeke nazik de ne û dijminên me hemû zext û guvaş avêtine ser milê Başûrê Kurdistanê. Lewma divê PKK pêbendî yasa û qanunên Herêma Kurdistanê bibe. Her Kurdek xwe Kurd bibîne, gerek alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. Pirsa PKK û Tirkiyê bûye pirseke navdewletî û yên xwe wek dilsozên Kurdan dibînin, divê alîkar bin ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact