Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li gel cîgira serokwezîr û wezîra derve ya Belcîka civiya.
Îro 10.06.2021ê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel cîgira serokwezîr û wezîra karê derve ya Belcîkayê Sophie Wilmes civiya.
Di wê hevdîtinê de, pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Belcîka de û rewşa navçeyê û şerê terorê hatin gotûbêjkirin.
Duhî 9.6.2021 serokwezîrê herêma Kurdistanê ji bo serdaneke fermî geheşt Belcîkayê û li gel serokwezîrê wî welatî û serokwezîrê herêma Flanderz civiya.