Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 22:39 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Konsulxaneyên welatan li Kurdistanê êrîşa PKKê şermezar kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Êrîşa PKKê ya li ser Hêzên Pêşmerge, dilgiraniyeke mezin li cem civaka navdewletî çêkiriye û şermezarkirina wî karê PKKê zêdetir dibe, ji ber ku ew êrîşa PKKê bi şêweyekî rasterast lêdane li projeya civaka navdewletî ku aramiya navçeyê.

Roja 5.6.2021 çekdarên PKKê li Çiyayê Metîn êrîşî hêzeke Pêşmerge kirin û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn.

Derbarê dilgiraniya civaka navdewletî li ser wê êrîşa PKKê, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Mixabin, li gorî kar û tevgerên berê yên PKKê, em nikarin bêjin ku çekdarên PKKê nema êrîş dikin ser Pêşmerge. Ji sala 1992ê de û heya niha PKKê hewla wê yekê dide ku statyoya Herêma Kurdistanê tune bike û xwe li ser Herêma Kurdistanê feriz bike. PKK dest ji meydana xwe berdaye, ji ber ku li wir tişteke wan ji aliyê siyasî û civakî û serbazî nemaye û dixwazin wan şikestinên xwe binixumînin.”

Sefîn Dizeyî wiha got: “Sala 2014 Hêzên Pêşmerge ji hinek navçeyên ser sînor vekişiyan û çûn çeperên şerê li dijî DAIŞê. PKK ew yek wek derfet ji xwe re dît û ew navçe dagîr kir. Niha pêwîstiya wan navçeyan bi xizmet û avakirinê heye, lewma Pêşmerge ber bi wan navçeyan ve diçin, lê mixabin çekdarên PKKê dikevin pêşiya wan û kemînan ji Pêşmergeyan re datînin û li ser riya Pêşmerge bombeyên vedayî datînin û heya niha gelek Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê li Kurdistanê bi destê PKKê şehîd û birîndar bûne.”

Piştî wê êrîşa PKKê li ser Pêşmerge beriya 2 rojan, Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê û Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê di 2 peyaman de bi tundî ew êrîş şermezar kirin.

Herwiha Konsulê Fransa li Herêma Kurdistanê Olîver Dîkotîngnîs di peyamekê de derbarê wê êrîşa PKKê de ragihand: “Konsulxaneya Fransa li Hewlêrê sersaxiyê li gelê Kurd û malbata wan 5 Pêşmergeyan dike. Pêşmerge dema ku êrîşî wan hat kirin, di çarçoveya Destûrê Iraqê de di erkê xwe de bûn.”

Konsulxaneya Almanya li Herêma Kurdistanê jî ragihand: “Em êrîşa PKKê li ser Pêşmerge şermezar dikin.”

Piştre Brîtanya û Neteweyên Yekbûyî di derbarê wê êrîşa PKKê de dilgiraniya xwe nîşan dan.

Sefîn Dizeyî wiha domand: “PKK destdirêjiyê li Herêma Kurdistanê dike û li hemberî statyo û Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêrêziyê dike. Li Bakurê Kurdistanê jî PKK çi kiriye? Ji ber wan bi hezaran gund û navçeyên Bakur vala bûne û 4 heya 5 melyon Kurd ji wir koçberî bajarên mezên ên Tirkan bûne. Ti destkeftek bo Kurdan bidestve neanîne.”

Dizeyî wiha got: “PKK xwe li ser Rojavayê Kurdistanê jî feriz kiriye û Kurdên Rojava kirine 2 bere. Dixwazin xwe li ser Başûrê Kurdistanê jî feriz bikin. Lê civaka navdewletî herdem piştevan e ji Herêma Kurdistanê û ji aramiya wê re. Civaka navdewletî herwiha Herêma Kurdistanê dibîne wek warekî aram ji koçber û penaberan û pêkhateyan re. Civaka navdewletî dixwaze li Herêma Kurdistanê aramî û xweşî û pêkvejiyan berdewam be, bêguman ew pişta tevliheviyê nagrin.”

Dizeyî tekez kir ku piştî êrîşa PKKê li ser Pêşmerge, piraniya konsulxaneyên welatan li Herêma Kurdistanê ligel me axivîn û dilgiraniya xwe nîşan dan û ew êrîş şermezar kirin.

Dizeyî wiha domand: “Her cihek li Herêma Kurdistanê pêwîst be ku Pêşmerge biçin wê gerek normal be biçin wir û nabe PKK li dijî tevgerên Pêşmerge be. Em hêvî dikin PKK li xwe vegere û dest ji tevdanê berde. Wet nayê qebûl kirin ku PKK bêje bila Pêşmerge moletê ji wan bigre ku tevgerê bike. Hizra berpirs û serkirdeyên PKKê ya 40 sal berê ye, ku di nava şikeftan de dijîn û 40 sal e ku dinyayê qut bûne.”




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact