Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 3 JUL 2025 07:47 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Fraksiyona PDKê: Şerê PKK û Tirkiyê li ser jiyan û jîngeha Kurdistanê bûye malwêranî
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek li ser têkdana sirûşta deverên çiyayî yên Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve belav kir û ragihand: “PKK her dem hincet daye destê Tirkiyê û şerê PKK û Tirkiyê li ser jiyan û jîngeha Herêma Kurdistanê bûye malwêranî.”

Daxuyaniya Fraksiyona PDKê ya li ser şerê PKK û Tirkiye wiha ye:

“Mixabin şerê PKK û Tirkiyê her dem malwêranî bûye li ser jiyan û jîngeha Kurdistanê û kavilkirina gundan û nehiştina jiyanê li deverên sînorî.

Ne tenê niha li ser darbirînê, me berê jî ragihandiye ku bila êdî xelkê sivîl nebin qurbanî û neyên şehîdkirin, bila ev kêşe li nav axa Tirkiyê were çareserkirin û xelkê Herêma Kurdistanê û jîngeha Kurdistanê û ajal û sirûşta Kurdistanê nebin qurbaniyên vî şerî.

Weke çawa em ji hikûmeta Tirkiyê daxwaz dikin xelkê sivîl û sirûşta Kurdistanê û gundên me neke qurbaniyên kêşeyên xwe yên ligel PKKê, di heman demê de em dibêjin PKK her dem hincet daye destê Tirkiyê û bi berpirsyarî ligel rewşa hestyar û nazik a Herêma Kurdistanê tevnegeriyaye, berevajî vê, dixwaze Herêma Kurdistanê têkel bikin û xelk û sirûşt û axa Kurdistanê baca van hincetan bide ku didin destê hikûmeta Tirkiyê.

Em li vir ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku helwest nîşan bidin û di vê kêşeyê de bêalî nebin, him bi dewleta Tirkiyê re biaxivin û him jî peyameke zelal bidin PKKê.

Di vê mijarê de me yadaştek amade kiriye ji bo Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û daxwaza rêkarên pêwîst ên parlamentoyê û rûniştina taybet dikin li ser vê mijarê.

Fraksiyona PDKê”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact