Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 09:16 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Em tenê sozan nadin, em sozên xwe bicîh jî tînin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, hikûmet hemû hewldanekê ji bo avakirina bingehekê ji bo aboriyekî pêşkeftî dide. Herwiha got: “Em tenê sozan nadin, em sozên xwe bicîh jî tînin.”

Îro Sêşema 18.05.2021ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê di gotareke merasîma vekirina kargeha hilberîna hesin MED STEEL a li herêma Kurdistanê û Iraqê ya herî mezin de gotarek pêşkeş kir.

Mesrûr Barzanî gotara xwe de ragehand: “Birêz amadebûyên hêja roja we baş. Ez xwe gelekî bextewer dibînim ku di boneyekî waha de amade me, bo vekirina kargeha hesin a MED STEEL li Hewlêrê. Ev vê rastiyê nîşan dide ku em li herêma Kurdistanê berdewamin li piştevanî kirina sektora taybet. Di vê boneyê de ku MED STEEL di warê pîşesazî de xizmeteke mezin dê ji herêma Kurdistanê re bike.

Em tenê sozan nadin, di heman demê de em sozên xwe bicîh jî tînin. Di kabîneya nehem de me soz da piştevaniya sektora taybet bikin û hewldanên hemû cure kirina aboriya herêmê bidin. Ez keyfxweşim dibînin kargehekî waha mezin bi standartên cîhanî hatiye ava kirin û ya herî mezin û pêşkeftî ye di warê hilberîna hesin de li Iraq û herêma Kurdistanê.

Qasê em dizanin ev kargeh xwedî şiyane ku 350 ton şîş û hesin û steel hilberîne bo Kurdistanê û Iraqê û cîhên din jî dikare berhem bîne, herwaha derfeta kar bo zêdetir ji 1000 kesan jî ava dike.

Cîhê serbilindiyê ye roj bi roj projeyên stratejîk li Herêma Kurdistanê tên ava kirin. Emê berdewam bin li piiştevanî kirina sektora taybet bo hemû cure kirina bingehekî bihêz ê aboriyê li herêma Kurdistanê. Ji bo ku em pişta xwe nedin tenê çavkaniyekî û pê ve girê nedin. Kurdistan bi kana û madênên xwe û dewlemendiyên xwe yên xwezayî ve gelek dewlemende. Lê wek pêwîst heta naha sûd jê nehatiye wergirtin. Hemû hewldaneke me dê ew be ku em bingehekî ava bikin ku Kurdistanê bixe nav rêza welatên pêşkeftî.

Emê piştevaniya wan hewldanan berdewam bikin û spasiya hemû sermayedaran dikin û daxwazê ji hilberînan dikin ku di sektorên pîşesazî û geştûguzar û kiştûkal û fêrkirin û xwandin berdewam bikin. Bernameyekî me ya mezin heye bo pêşxistina Kurdistanê ji hemû aliyan ve. Ez keyfxweşim ku ez dibînim roj bi roj berhemên sozên ku me dane derdikevin û Kurdistan pêngaveke zêdetir davêje bo ku pêş bikeve.

Ez destxweşiyê li we dikim û destxweşî li Kak Sebrî Ozer dikim bo vê hilberîna ku kirine, hêviya serkeftin û serbilindiyê bo wî dixwazim.”


 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact