Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 01:38 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî Cejna Remezanê Misilmanên Kurdistanê pîroz kir
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû Misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê kir û ji welatiyan daxwaz kir ku metirsiyên Koronayê bi cidî werbigrin û pêbendî rêkarên xweparêzî û rênimayên tendirustiyê bibin.

Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye;

“Bi minasebeta hatina cejna Remezana pîroz, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya mislimanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî pîrozbayî li pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîşa navxwe û malbetên serfiraz yên şehîdan dikim.

Hêvî dikim Xwedayê dilovan, niza û rojiyên tevahiya aliyan qebûl bike û ev cejn bibe sedema xêr û xweşî û dawî hatina nexweşiyan û nehametiyan û herwiha bibe handerek bo aştî û aramî di navbera tevahiya pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de.

Ev minasebeta han bi derfet dizanim ku careke din daxwaz ji we bikim metirsiyên Korona bi cidî werbigirin û pêbendî rêkarên xweparêziyê û şîretên tendirustiyê bibin.

Cejna we pîroz û Kurdistan jî hertim aram û awedan be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact