Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 01:41 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya bi helkefta cejna Remezanê
| KDP.info


Cejna Remezanê bi germî li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, bi taybetî li malbat û kesukarên serbilindên şehîdan pîroz dikim. Hêvîdarim xêr û xweşî û bextewerî ji bo hemuyan li gel xwe da bîne, cejn û bîhnvedaneke aram bi ser bibin û helkeftên xwe yên li paşerojê de li rewşeke baştir û dûrî pejik û nexweşî û qeyran û aloziyan bigêrin.

Bila em hemû wate û çemkên cejnê li aştevayî û lêborînî û pêkhatina li gel xwe û dewruberê xwe û hemuyan, bikîn bingehek ji bo tevger û peywendî û hengavên paşerojê. Bila em hemû rûpeleke nû ya pêkveyî û hevdû qebûlkirinê vekîn, heta pêkve bikarîn xizmeteke baştir li gel û welatê xwe bikîn û ber bi paşerojeke baştir, bextewerî, aramî, parastina zêdetirê maf û azadiyan û yasa û dadgeriyê hengav bavêjîn.

Bila li navxweya Herêma Kurdistanê û li tevahiya Iraqê cejn bikîn derfetek ji bo berevajiya yekcariya rûpelên rik û hevdû şikandin û zimanê zibir û bi dil û niyazeke paqij vekîn destpêka seretayeke nû ya tebayî û hevbeşî û alîkariya di navbera hemû alî û pêkhatên ji bo çareserkirina alozî û kêşe û derbaskirina qeyranan û em hemû li asta berpirsiyariya mirovî û niştimaniyê da bîn.

Cejna we hemuyan pîroz bê, hemû salek bi xweşî.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

12/5/2021

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact