Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 15:04 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Zilmeke zêde li gelê Kurdistanê hatiye kirin û niha jî em negihiştiye qonaxa dawî
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di bîranîna 30emîn salvegera ragihandina herêma nefirînê de li Başûrê Kurdistanê, spasiya wan welatan kir ku alîkar bûn ji bo pêkanîna navçeya aram. Serok Barzanî tekez jî ki ku hê jî metirsiyeke gelek mezin li ser Herêma Kurdistanê heye û daxwaz kir “parastina xelkê Kurdistanê di ewlewiyeta” wan de be.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 30mîn salvegera ragihandina `herêma nefirînê` li Başûrê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.

Gotara Serok Mesûd Barzanî di 30mîn salvegera ragihandina herêma nefirînê de;

“Silav û rêzên min bo beşdar û bînerên birêz, gelek kêefxweş im ku beşdar dibim di bîranîna sêyemîn salvegera damezrandina navçeya aram de, ku ev bîranîn bûyereke gelek giring û mezin e di dîrokê de.

Wê demê gelê Kurdistanê tûşî karesatekî mezin bibû, koça milyonî hebû, tevaya xelkê Kurdistanê berê xwe dabûne sînorên Îran û Tirkiyê, ji ber ku rejîma Iraqê piştî têkçûna li Kuweytê, mixabin sûd ji çend qelîştekan wergirt di rêkeftina Sefwanê de, paşmayê artêşa xwe ji bo tepeserkirina serhildana xelkê Başûr bikar anî û 3 firqeyên zêrevanên komarê jî anîbû Kurdistanê.

Wê demê xelkê Kurdistanê ji wê yekê ditirsiyan, ku careke din bên Enfal û kîmyabarankirin, hemû koçber bûn û berê xwe dan ser sînorê Îran û Tirkiyê, Pêşmerge jî ku ne hêzeke wisa mezin hebû wê demê, ne jî çekeke wisa hebû, qehremanane berevanî kir û li gelek cihan karî li pêş artêşa Iraqê bisekine.

Bi dirêjahiya dîrokê zilmeke zêde li gelê Kurdistanê hatiye kirin, lê salên piştî rejîma Beisê, hikmê rejîma Beis, karesata mezin bi ser gelê Kurdistanê de hat. Wek Enfal, komelkujî û kîmyabaran.

Ew bû biryara 688, biryara dabînkirina navçeya aram, derfeteke zêrîn ji bo gelê Kurdistanê pêk anî, ew metirsî jî heta radeyeke zêde neman û xelk jî vegeriyan ser mal û hale xwe.

Li vir dixwazim wê yekê bi bîra James Baker, Wezîrê Derve yê Amerîkayê bixim, ku havîna sala 1992, ku wê demê em wek şanda opozisyonê çûne Washingtonê û li Wezareta Derve pêşwazî li me kirin, behsa hesta xwe kir ku serdana koçberan kiribû li ser sînorê Tirkiye û got, ew dîmenên ku min dîtin, heta heme ji bîra min naçin, ew qas diltezîn bûn, min çaverê nekir ku bigihijim cihê xwe, her di nav firokeyê de min peywendî bi Serok Bush ve kir û min daxwaz jê kir her çi zû ye karek bê kirin bo ku xelk vegerin ser cihên xwe û parastî bin.

Li vir pêwîst dibînim spasiya Serok Bush û Serok Mitterand û Madam Mitterand, Serok Ozal û Serokwezîr John Major bikim bo wê helwest û wê biryara wêrek ku piştî wê gelê Kurdistanê karî xwe îdare bike û sazî û dezgehên hikûmî damezrîne û hilbijartin bike û parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezrand û Kurdistan bû stargehek bo hemû lêqewimiyan û têkoşerên Iraqê.

Herwiha pêwîst dizanim, spasiya General Garner û wan efseran bikim ku wê demê li gel bûn, ji wan General Jim Jonas, General John Abizaid, Colonel Nap û hemû wan efserên welatên din ku hevpeyman bûn û hatin navçeya aram damezrandin.

Niha jî gelê Kurdistanê negihiştiye hemû armancên xwe û qonaxa dawî, hê jî metirsiyeke gelek mezin heye li ser Herêma Kurdistanê, dawakar im ew piştevanî û piştgirî berdewam be. Dawakarim jî parastina xelkê Kurdistanê di ewlewiyeta we de be.

Careke din gelek spas, spasiya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikim ji bo pêkanîna vê derfetê. Spas.”

 

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact