Şingal-KDP.info- Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax ragihand, niha riya Şingal – Sihêla vekirî ye û çûn û hatin tê de normal e.
Qadir Qaçax ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger ne ji ber Koronayê be, ti carî riya Şingal – Sihêla nehatiye girtin û eger hatibe girtin tenê ji ber tedbîrên tendirustiyê bûye û ji bo selametiya xelkê bûye, lê hinek nerînên xerab li ser girtina rê derketine holê.”
Qaçax wiha got: “Piştî bidawîhatina wan tedbîrên tendirustiyê, careke din ew rê li pêşiya xelkê hat vekirin û niha çûn û hatin tê de normal e.”