Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 6 JUL 2025 01:42 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PKK asteng e lê pêşiya rêkeftina Şingalê û Hikûmeta Iraqê jî rijd e ku wan ji Şingalê derxîne
| KDP.info


Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand, tevî ku berdewam şandên Hikûmeta Iraqê tên Şingalê ji bo ku guvaşê li PKKê bikin ji bo ku ji Şingalê derkeve, lê ew razî nabin ku derkevin û dixwazin her çawa mabe rewatiyê bidin xwe û xwe bikin hêzeke iraqî, lewma ew asteng in li pêşiya rêkeftina Şingalê.

Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina berdewam a şandên serbazî yên Hikûmeta Iraqê bo sînorê Şingalê ji bo wê yekê ye ku rêkeftina ku di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê ji bo Şingalê hatiye îmzekirin, were cîbicîkirin, lê PKK asteng e li pêşiya cîbicîkirina wê rêkeftinê. Şandên Bexdayê berdewam tên guvaşê li PKK dikin ji bo ku ji Şingalê derkein, lê ew razî nabin.”

Şeşo wiha got: “Pir zehmet e ku PKK ji Şingalê derkeve. Ne bi şer be PKK ji Şingalê dernakeve. Xelkê Şingalê jî dikin qurbanî siyaseta xwe. Her ku şandek ji Bexdayê tê PKK jin û zarokên ku ji rê çûne, dibe pêşiya wê şandê ji bo ku ji şanda Bexdayê re nîşan bidin xelk piştgîriya PKKê dikin û dest bi xwepêşandanan dikin. Ma her kes dizane xelkê Şingalê koçber bûne û eger xelkê Şingalê ligel PKKê bin dê vegeriyana Şingalê.”

Şeşo wiha got: “PKK dixwaze rewatiyekê bide xwe û bide mana xwe li navçeyê. Dixwazin xwe bikin hêzeke iraqî ji bo ku li Şingalê bimînin. Lê Hikûmeta Iraqê rijd e ku PKK ji Şingalê derkeve.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact