Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 03:13 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê spasiya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Amerîka spasiya hewl û piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo diyaloga stratejîk a di navbera Iraqê û Amerîka de kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek ji Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken wergirt.

Di peyama xwe de ku piştî bidawîbûna gera sêyem a diyaloga stiratejîk a navbera Iraqê û Amerîka hat şandin, Wezîrê Derve yê Amerîka spasiya hewl û piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo diyaloga stratejîk a di navbera Iraqê û Amerîka de kir û amadehiya welatê xwe jî ji bo pêşvebirina pêwendîyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de da xuyakirin.

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact