Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 03:22 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî ligel hemû serkirdeyên partiyên siyasî yên Kurdistanê civiya
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku take rêya derbaskirina kêşe û qeyranan û parastina maf û destkeftan yekrêzî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 8ê Nîsana 2021ê ligel li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku cîgirên Serok amade bûn, rewşa Iraq û navçeyê, peywendiyên derekiyên Herêma Kurdistanê, serdana Nêçîrvan Barzanî ya Fransa, rola Herêma Kurdistanê di hevkêşeyên siyasiyên nû de, peywendiyên Hewlêr – Bexda, diyaloga stratejiya Amerîka – Iraq û beşdarî û rola Herêma Kurdistanê ya têde, hilbijartinên Iraq, rewşa navxe û peywendiya di navbera pêkhat û aliyên siyasî de hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de ji bilî tekezkirina destxweşî û pêzanînên ji bo destpêşxeriya Serokayetiya Herêma Kurdistanê û komkirina hêz û aliyên siyasî, tekez li ser pêwîstî û girîngiya yekrêzî, tebayî, guftûgo û hevdû têgihiştina li navbera aliyên siyasî de ya ji bo çareserkirina kêşeyan kirin.

Di civînê de pejirandina yasaya budceya Iraqê ji hengavekî erênî ya ber bi pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê dane zanîn û hêvî xwestin yasa bê bicîhkirin û karvedaneke erênî li ser jiyan û guzeraniya welatiyan û rewşa aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê hebê û rêxweşker be ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera herdu aliyan ya li ser bingeha destûr û li çarçêweya sîstema federalî de.

Herwiha di civînê de tekez kirin ku rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û desteberkirina mafên destûrî, parastina destkeftan û pêngavên ji bo paşerojeke baştir, rastbînî û hestkirina bi berpirsiyariya hemuyan, pêkvekarkirin, hevbeşî, tebayî û yekrêzî dixwazê û bi girîngiyê ve tekez li proseya çaksazî û karkirina ji bo baştirkirina debara welatiyan û pêwîstiya parastina azadiyan û azadiya raderbirîn û danîna çarçowe û mekanîzmeke ji bo berdewamiya van civînan kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji bo bi deng ve hatina vexwendinê û sazdana vê civînê spasî hêz û aliyên siyasî kir û tekez kir ku take rêya derbaskirina kêşe û qeyranan û parastina maf û destkeftan û pêgeha destûr û federaliya Herêma Kurdistanê, tebayî û pêkveyî û yekrêzî ye, Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî bi vê navê berdewam dibe û bi sêwan û keprê komkerê hemuyan dimîne.

 

 

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact