Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 9 JUL 2025 12:14 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ezmûneke serkeftî ya demokrasiyê ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vîdeo konferansa bîranîna biryara 688 a Encûmena Asayişa Navdewletî de ragihand, Herêma Kurdistanê ezmûneka serkeftî ya demokrasiyê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî panêla li ser 30 saliya biryara 688 ya NY li ser Başûrê Kurdistanê bû û daxwaz ji civakî navdewletî kir ku hevkariyê ji bo serxistina doza kurdî bikin û pêwendiyên xwe yên siyasî û aborî bi Kurdistanê re bihêztir bikin.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, Herêma Kurdistanê wek cihekî aram ji hemû pêkhateyan re dimîne. Herwiha got jî: “Pêşmerge bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî re dawî li dewleta DAIŞê anî, lê hîna metirsiyên DAIŞê li ser navçeyê maye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Herêma Kurdistanê ezmûneke serkeftî ya demokrasiyê ye.”

Herweha tekezî li ser wê çendê jî kir, piştevanî û hevkariya hevpeymanan di hemû qonaxan de ji bo gelê Kurd gelek girîng bû û Herêma Kurdistanê herdem rêz li nirxên hevbeş ên hevpeymanan digire.

Mesrûr Barzanî diyar kir, biryara 688an ya Encûmena Asayişa Navdewletî ku di 5ê Nîsana 1991an de hatiye derxistin, baştirîn û girîngtirîn biryar e bo piştevanîkirina gelê kurd.

Li ser wê biryarê Mesrûr Barzanî wiha got: “Ez dixwazim spasiya Sêr Con (Con Meycer Serokwezîrê wê demê yê Brîtanya) bikim, li ser rola wî ya girîng di wê demê de. Karekî girîng kir bi alîkariya Amerîka û Fransa û welatên din. Di wê demê de mezintirîn erkê mirovî bicîh hat, ku alîkarî giha bi milyonan xelkê Kurdistanê, ku li ser çiya asê mabûn. Ji ber alîkariya wan welatan me karî pêşeroja xwe ava bikin û ji wê demê de em rêveberiya xwe dikin. Bingehek bû ji bo çêkirina dostaniyeke berdewam ligel Amerîka û Fransa û Brîtanya û welatên din.

Serokwezîr Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser peymana Şingalê û got, heta niha peymana Şingalê bi cih nehatiye û ev yek jî ji bo vegera koçberan bûye pirsgirêk û diyar kir ku vegera koçberan ji bo cih û warên xwe pêwîstiya wê bi piştgiriya civaka navdewletî heye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ewlekariya cîhanî parastine û li şûna cîhanê li dijî DAIŞê şer kirine û tekez jî kir, hêzên Pêşmerge efsaneya çekdarên DAIŞê şikandin. Herwiha Kurdistan bi sedan hezar koçber û penaber lixwe girtiye. Niha me 2 milyon kes lixwe girtiye. Hikûmeta Kurdistanê bi tenê xizmeta milyonek koçberên li kampan dike.

Serokwezîrê Kurdistanê wiha domand: “Em dizanin ku rêyeke dirêj li pêşiya me ye. Tişta ku ji destê me were emê bikin ji bo avakirina Kurdistaneke xweş ji bo xelkê Kurdistanê û ji bo wan kesên ku Kurdistanê wek ciheke aram ji bo xwe dibînin. Riya me bidawî nehatiye û hêj pêwîstiya me bi alîkariyên navdewletî heye. Hîn pêwîstiya me bi alîkariya Amerîka û Fransa û Brîtanya heye, ji bo ku em vê Herêma Kurdistanê ava bikin, ku sembola azadî û serkeftinê ye.”

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact