Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 14 JUL 2025 21:39 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyamek ji Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya gihiştina beşa yekem a derziya dijî Koronayê bo Herêma Kurdistanê, peyamek belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Ez kêfxweş im bi gihiştina karwana yekem a vaksîna dijî vîrusa Koronayê (Covid-19) bo Herêma Kurdistanê, ku ji aliyê welatê Çînê ve hatiye şandin.

Em spasiya Komara Çînê dikin ji bo vê alîkariya mirovî, ku pêngaveke girîng e ji bo hewlên rûbirûbûna dijî vîrusê û parastina bijîşkan û karmendên xeta pêş.

Piştî pesendkirina plana dabeşkirinê, vaksîn li navendên diyarkirî yên li hemû parêzgehan dê werin dabînkirin, da ku bidin wan grûpên li xeta pêş û metirsî li ser wan heye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemahengiya ligel Hikûmeta Federal, ji bo destxistina vaksîn û piştrastbûna ji dabînkirina beşa Herêmê di wê beşa vaksînê de ku ji Hikûmeta Federal re dide, dixebite. Em ligel kompaniyên pêşeng ên berhemanîna vaksînê, rasterast di pêwendiyê de ne, ji bo bidestxistina vaksîna zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê. Ez bi cidî li ser vê mijarê dixebitim û dişopînim ji bo dilniyabûna wê yekê ku her Kurdistaniyek di demeke herî nêz de bigihe vaksînê.

Bêguman ev karekî hêsan nabe, lê divê em ji bo zêdetirî 6 milyon welatiyan  vaksînê dabîn bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha li ser encamdana bernameyeke lêdana giştî ya derziyê li nişteciyên Herêmê dixebite, ku tîmên tendirustî û karmendên xeta pêş ên rûbirûbûna Koronayê û karmendên dezgehên ewlehiyê û kesên bi temen û kesên ku metirsiya pêketinê heye li xwe digre. Piştre lêdana derziyê li piraniya rêjeya welatiyên li gor temen û rênimayên diyarkirî dest pê dike. Em hêvî dikin piştî vê qonaxê, em bikarin vegerin ser jiyan û rewşa xwe û rewşa aborî jî geş bike.

Ez bawer im ku em dikarin rewşê asayî bikin, lê bêguman Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê, nikare vê yekê bike, loma divê welatî bi giştî, alîkar û yarmetîder bibin û rola xwe ji bo berjewendiya giştî bilîzin. Ev jî bi pabendbûna rênimayên tendirustî û rêkarên xweparêzî pêk tê, ku ji bo parastina civakê bi giştî ye.”

 




Nûçeyên din

PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact