Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Tevgera Hikmeya Niştimanî Emar Hekîm kir û di wê hevdîtinê de herdû alî li ser rewşa Iraqê axivîn.
Îro Yekşema 21.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Seyîd Emmar Hekîm Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî û şandeke li gel kir.
Di vê hevdîtinê de rewş û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê hatin guftûgokirin, her wiha ronahî xistin li ser proseya siyasiya Iraqê û hilbijartina pêşwext û behsa gefên siyasî û aborî û emnî yên li Iraqê kirin.
Her di vê civînê de tekezî li ser berdewamiya peywendî û hemahengiya di navbera herdu aliyan de kirin.