Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de êrîş û karên terorîstî yên ku bajarê Bexdayê îro çêbûne, şermezar kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyeke zêde ve îro Pênçşema 21.01.2021 di encama du êrîşên terorîstî yên li bajarê Bexdayê hejmareke zêde ji welatiyên bêgunh şehîd û birîndar bûn. Jibilî wê yekê ku ez gelek bi tundî wan tawanên terorîstî şermezar dikim, serxweşiyê li malbatên şehîdan û qurbaniyên wan teqînan dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Teror dijî jiyan û bextewerî û aramiyê ye û dijminê hevbeş ê me hemû aliyan e û ji bo jinavbirin û nehiştina terorê, hevahengiya berdewam a hemû aliyan pêwîst e. Hêvîdar im bi hewla aliyên peywendîdar bi zûtirîn dem ewên li pişt van tawanan e bigihin bi sizayên xwe.
Mesûd Barzanî
21.01.2021”