Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 17 JUL 2025 01:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Xwebûn
| KDP.info


Zikrî Mûsa

Serok Mesûd Barzanî di lapera122 ya pirtûka xwe (Bo Dîrokê) de dibêje: “Eger ti ne ti be (mejiyê te ne ji serê te be) û eger ti pişta xwe bi xwe û bi xelkê xwe û bi karînên girê nede, wê demê ti tune ye.” Herwiha di lapereya dûvre de ji mirovê Kurd û siyasetmedaran re dibêje: “Ti carî pişta xwe bi xelkê gerim nekin. Niha dinya, dinyaya berjewendiyan e. Eger berjewendiyên xelkê bi Kurdan re lihev bikin, dê bibin dostê me û eger berjewendiyên wan bi me re di cogekê re derbas nebin, dê pişta xwe bidin me û me nas nekin. Lewma tenê pişta xwe bi Xwedê û bi xwe gerim bikin. Eger pêşmergeyên me hebin û em xwedî hêz bin, dê Kurdistan karibe xwe biparêze. Lê eger em bêkêr û bêhêz bin, kes me naparêze û dê me jinav bibin.”

Bi rastî ev gotinên Serok Barzanî ne ji valahiyekê hatine, lê belê ji ezmûna bi dehên salan a Serok Barzanî û ji ezmûna tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê hatiye.

Sedem û sebeb çi bin, Kurdan heya niha hez kiriye ku xwe fêr bikin çavê wan li destê xelk û welatan be. Herdem çavê Kurdan li ser Bexdayê bû ku kî bibe rêber. Ka dê çawa kar bi Kurdan re bike, baş ya xerab? Gelo dê li Amerîka Komarî bên ser hikim an Demokrat? Welatên Ewropî dê alîkariya me bikin yan na?….

Rast e ev tişt girîng in, lê jê giringtir, mirovê Kurd bi xwe ye. Ka Kurd bixwe çawa ne. Nerîn û karê wan di warên abûrî, zanistî, xebat, pîşesazî, çandinî û jiyanê bi giştî çawa ye? Di warê siyasî de çawa kar dikin? Di hindir de dezgehên wan çawa ne? Perwerde û kiltûrê Kurdan di çi halî de ye? Gelo îradeya Kurdan heye û mejiyê wan ji serê wan?

Em hemû dizanin ku niha rewşa abûrî ya Kurdistanê nebaş e. Gelek pirsgirêkên miletê me hene. Herwiha gelek nakokî û hevrikî di navbera partiyên me yên siyasî de hene. Şofonîstên li Bexdayê û yên li welatên navçeyê ji çarenvîsa me hez nakin û jidestê wan bê dê xwîna me vexwin.

Di vê rewşê de, gelo çare çi ye? Gelo çare ew e ku em xwe bixin bin destê xelkê û em bi koylebûnê razî bibin? Bêguman ev ne çareserî ye.. Dibe ku hinek siyasetmedarên Kurdan vê yekê bixwazin. Dibe ku pêlek ji medyayên li Kurdistanê û hinek kesên din berçavê miletê me reş bikin. Lê tiştek ji vana nabe çareser.

Di lapereyên dîrokê de gelek mînak hene ku miletên cîhanê di nava cehnemê re derbas bûne û karîne biser bikevin û xwe gihandine serwerî û aramî û pêşketinê. Dibe ku ev rewşa niha jî bibe derfetek ji me re. Derfetek pir mezin ji bo ku em bikaribin baş hêza xwe nas bikin û êdî çavê me li destê me bixwe be. Êdî bikaribin li ser lingê xwe bisekinin, û ew kesên ku nemana me dixwazin em mineta wan nexin ser milê xwe. Derfet e ji bo ku em baş bikevin nava rastiya kar û dezgeh û dadperweriyê, û êdî baştir di herdemê de xwe biparêzin. Berê xwe bidin şîretên bav û kal û arif û zana û edîb û şaîrê Kurdan ên berê, hemû tije dersên giranbiha ne ji bo ku mejiyê me ji serê me be û li pêşiya dijmin û neyaran em xwejidest nedin. Şîretên wan hemû tekeziyê dikin li ser canê berevaniyê û hezkirina ji ax û hevdu.

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact