Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:37 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nadir Nadirov: Divê Kurd di her kar û xebatekê de alîkariya Serok Barzanî bikin
| KDP.info


Kazaxistan-KDP.info- Nadir Nadirov ku wek kesayetiyekî xuya di nava Kurdên Sovyeta berê û Kurdên Kazaxistanê de ji aliyê siyasî û civakî ve tê naskirin, dibêje, Herêma Kurdistanê destkeftek e bo her kurdekî û divê Kurd di her kar û xebatekê de alîkariya Serok Barzanî bikin.

Nadir Nadirov kurê Hacî Nadir e û di zivistaneke sar û berf û baran de di meha yekê sala 1932an de jidayik bûye. Ew kesekî naskirî ye di nava kurdên Sovyeta berê û di nava Kurdên Kazaxistanê de.

Malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê KDP.info giringiyê dide kesayetiyên siyasî û naskirî yên Kurdan, nexasim Kurdên Sovyeta berê. Malpera KDP.info vê carê hevpeyvînek bi Nadir Nadirov re kiriye û di vê hevpeyvînê de Nadir behsa çend mijar û pêşhateyên siyasî yên Kurdan û navçeyê dike.

Malpera KDP.info: Ti rewşa Kurdan niha çawa dibîne?

Nadir Nadirov: Kurd niha jihev belav bûne. Hemû dibêjin em yektiya Kurdan dixwazin, lê dema tê ser rastiyê, xwe jê didizin. Yê ku xwe Kurd bibîne û dîroka Kurdan xwendibe, nabe xwe ji yekîtî û hevgirtin û tifaqa Kurdan dûr bixe.

KDP.info: Divê Kurd çi bikin ji bo ku êdî di nava dinyayê de bêdestkeft nemînin?

Nadir Nadirov: Helbet divê Kurd bêtir xwe birêxistin bikin. Nabe li cihekî ez bêjin Kurd im û li cihekî dijî berjewendiyên netewî û niştimanî yên Kurdan bim. Yê ku dibêje ez Kurd im divê alîkariya Kurdistanê û serokê Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bike, wê demê jî dê dê Şingal û Kerkûk û hemû navçeyên din jî vegerin ser Kurdistanê. Niha li herçar perçeyên Kurdistanê hewl hene ji bo tunekirina nasnameya Kurdan û bi rastî gef li ser cografiya Kurdistanê heye.

KDP.info: Niha statyoyeke Kurdan heye, ku Herêma Kurdistanê ye. Divê Kurd çawa li vê herêmê xwedî derkevin û çawa bergîriyê lê bikin?

Nadir Nadirov: Divê Kurd hemû şanaziyê bi vê herêmê bikin, ji ber ku herêmeke zimanê Kurdî û az û netewe û ala Kurdistanê tê de heye û divê em bergîriyê li wê axê bikin. Wek çawa hemû neteweyên dinyayê şanaziyê bi welatê xwe dikin, divê em jî şanaziyê bi van hemû pîroziyên xwe bikin.

KDP.info: Li Rojavayê Kurdistanê niha danûstandinên yekîtiya Kurdan hene û hinek pêngavên baş avêtine. Hûn vê pêngavê çawa dibînin?

Nadir Nadirov: Dema dibêjin 2 Kurd bi hevre rûniştine, ez gelekî dilxweş dibim. Lê divê encamên baş ji wan danustandinan derkevin. Rêkeftin di navbera wan de jî çêbibe divê were cîbicîkirin.

KDP.info: Niha Kurd li hemû dinyayê hene, em çawa karin destê wan bighînin hev û lobiyeke mezin bo Kurdistanê ava bikin?

Nadir Nadirov: Divê Kurd li hemû cîhanê destê xwe bidin hev û kar li ser encamên referandumê bikin û dengê xwe bighînin navendên cîhanê yên ku biryar di destê wan de ye, wek Kongrêsa Amerîka, û baweriyê li cem wan çêbikin ku mafê Kurdan heye û divê bighên mafê xwe.

KDP.info: Serok Barzanî hertim di xema yekîtiya Kurdan de ye û dibe alîkar ji bo ku Kurd yekîtiya xwe biparêzin û hemû pêşhatan de Kurd xwedî destkeft bin. Hûn vî karî çawa dibînin?

Nadir Nadirov: Serok Barzanî ji nêzîk ve nas dikim. Kesekî xemxur e û pêşmergeyeke mêrxas e û ji zarokatiyê ve pêşergayetiyê dike. Di çeperan de xema Kurd û Kurdistanê dixwe. Ew dilsozekî rastî yê hemû Kurdan e. Divê Kurd jî alîkariya Serok Barzanî bikin di hemû kar û xebatekê de, ji bo ku em dewletekê bo Kurdistanê ava bikin.

 

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact