Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 03:30 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bersivek bo (Besê) a cotserok
| KDP.info


Besê a cotseroka KCKê di hevpeyvînekê de ligel televîzyoneke ser bi PKKê de, zêdegaviyan dike û dibêje, “PDK şer li dijî gelê Kurd ragihandiye û hinek zimandirêjiyên din li dijî PDKê kiriye û behsa vegera ji bo xeta netewî dike.

Em di bersiva wê de dibêjin, erê Besê xan a cotseroka, baş e PDK şer ragihandiye yan hûn her roj, kurdek li kûdera dinyayê hebe, hûn bela xwe difroşênê?

PDK gundên we dagîr kiriye yan we bi sedan gundên Herêma Kurdistanê bi zilm û zoriyê ji xelkê stendiye û dagîr kiriye û hûn nahêlin kes biçe mal û milkê xwe?

Baş e, Besê a cotserok, em ji te dipirsin, PDK hatiye ser axa we yan hûn bi bêşerm û fedî hatine we axa vî miletê ku zilm dîtiye, dagîr kiriye?

Ji me re bêjin, PDK endam û kadroyên we kuştine, yan hûn kadirên PDKê şehîd dikin?

PDK tenê karek kiriye, ew jî vekirina sîng û mala xwe ye ji we re û alîkariya we kiriye, lê we xwe bi neciwamêrî kiriye xwediyê malê xelkê û hûn xwe dikin bedîl ji dezgehên Hikûmeta Kurdistanê re.

PDK çi kiriye ku hûn dibêjin PDK şer ragihandiye? Eger PDK ji we re bêje xelkê Başûr nekujin û zilmê li wan nekin û erd û baxên wan dagîr nekin,,, gelo ev ragihandina şer e?

Hûn ne ji niha de, lê belê ji kevin de, hûn di nava şerê li dijî gelê Kurd de ne. Hewce nake hûn gotinên netewî û kurdbûnê bêjin, her kes baş we nas dike, ku hûn çi ne û hûn çawa hizir dikin, zireyekê baweriya we bi netewe û berjewendiyên gelê Kurd nayê, û hûn li pey aydyolojyayekê ecîb û xerîb û aloz ketine, ku qet hûn rêzê ji hizrên netewê re nagrin. Xelkê Kurdistanê baş we nas dikin, û xelkê Kurdistanê ne di wê asta nizim de ne ku hûn bi gotinên netewî wan bixapînin.

Em hemû baş dizanin, ku hûn cesaret nakin û hûn newêrin şerê Tirkan bikin û her roj ji ber wan direvin û hûn artêşa Tirkiyê li pey xwe tînin nava axa Başûrê Kurdistanê. Hûn newêrin nêzîkî xelkê bibin û tenê li pêşiya we maye ku hûn bela xwe bifroşin Kurdên feqîr.

Hûn netiştik in, hûn komek kesê destkurt û ziman dirêj in. Hemû xelk ji we aciz û bêzar in, aliyên siyasî yên Kurdistanê jî ji we bêzar in, lê newêrin bêjin. Lê PDK li hemberî karên we bêdeng namîne û zilm û teidaya we ji miletê hejar re, qebûl nake.

Eger hûn nikaribin bi xelkê, herî kêm bêdeng rûnên û zimanê xwe dirêj nekin, Eger hûn berdewam bin li ser van ziman dirêjiyan, bêguman hûnê ziyanê bibînin.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact