Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 3 JUL 2025 08:33 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: PKK gelek navçeyên Başûrê Kurdistanê dagîr kiriye û bila ji wan navçeyan derkeve
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyamek arasteyî raya giştî ya Kurdistan û PKKê kir û got, “Baştirîn helwest di vê demê de rêzgirtin e li desthilata şer`î û yasayî ya Herêma Kurdistanê û herwiha valakirina wan hemû navçeyan e ku bi rêya sepandina hêzên çekdarî hatine dagîrkirin.”

Deqa peyama Serok Barzanî;

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Di vê rewşa aloz a ku navçe tê re derbas dibe û di van hemû qeyranên ku hatine pêşiya welatê me, pêwîstî e ku daxwazê ji hemû Kurdistaniyekî bikim ku bi awayeke rastî rûbirûyê vê rewşa neguncay bibin û di asta berpirsiyariya dîrokî de bin û berev asayîkirin û normalkirin û nehiştina alozî û nexweşiyan pêngavan bavêjin. Niha Kurdistan ji hemû demekê zêdetir pêwîstî bi zarok û gedeyên xwe yên dilsoz e bo ku welatê xwe ji nexweşî û planan biparêzin.

Dîrok şahidiya wê yekê dide ku em şanaziyê dikin ku me şerê Kurdan û Kurdan heram kiriye ji ber ku gelê Kurdistanê û me hemû aliyekî ziyaneke mezin ji şer û neyekbûn û netebayiyê dîtiye.

Lêbelê nabê ev helwesta me bi şaşî bê têgihiştin û îstîxlalkirin bo ku gefa desthilata yasayî ya Herêma Kurdistanê bê kirin û hewla sepandina îradeyeke çekdarane ya neyasayî li ser xelkê Kurdistanê were dayîn.

Nabe helwesta heramkirina şerê Kurd û Kurd bi wê yekê bê şîrovekirin ku aramî û asayîşa bajar û bajarok û gundên me bê têkdan û welatiyên me bêne neçarkirin ku mal û warên xwe bi cih bihêlin û bibin qurbanî û bi neheq bêne şehîdkirin û kes jî deng neke.

Piştî êrîşa hovane ya terorîstên DAIŞê, Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê berê xwe dan eniyên şerê li dijî terorîstan û gelek ji navçeyên ser sînor vala bibûn. Bi mixabiniyê ve, ji wê demê ve, li şûna wê yekê ku piştevaniya ezmûna Herêma Kurdistanê bikin, çekdarên PKK ew navçeyên ser sînor û paşê hinek navçeyên din jî dagîr kirin û xwe wekî cîhgirê Hikûmeta Kurdistanê sepandin û rêgirtin li xelkê ku herin ser mal û gûndên xwe û avadan bikin û eger serdana navçayên xwe jî bikin bac û gumrikê ji wan distînin. Bêgûman ev kar ne cihê qebûlkirinê ne. Helwesta niştimanperwerane û welatparêzane bi kirdarî diyar dikevê neku bi axaftin û gotaran.

Li vir pêwîst e bi bîra wan bê, dema di destpêka destpêkirina bi çalakiyên xwe kirin, me hemû cûreyeke alîkariyê da wan. Lê wan bi berevajiyê ve helwesteke necamêrane nîşan dan û paşê di çendîn qonaxan de şer jî li ser me dan sepandin û di encamê de hemû aliyekî ziyan dît.

Baştirîn helwest di vê demê de rêz girtin e li desthilata şer`î û yasayî ya Herêma Kurdistanê û herwiha valakirina wan hemû navçeyan e ku bi rêya sepandina hêzên çekdarî hatine dagîrkirin û ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bûne cihê metirsiyê. Niha jî bi sedan gund ji ber hebûna çekdarên PKK nehatine avadankirin û bûne qadên şer û pevçûnan.

Li vir daxwaz ji hemu aliyekî dikim, ji bo ku rewşa welatê me ji vê zêdetir têk neçe û cihên wêrankirî bêne avadankirin û rê li aloziya zêdetir û rûdanên nexwastî bê girtin, pêwîst e rê bi xwesepandina neyasayî ya çi aliyekî nedin û piştevaniyê li xebat û qurbaniya Pêşmerge û gelê zilimlêkirî yê me bikin û di asta berpirsiyariya vê qonaxê de bin.

Mesûd Barzanî

2.11.2020”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact