Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 12:45 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Divê serwet û samanên vî welatî ji bo xizmetkirina welatiyan be
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro kevirê binyadê yê pireya derbenda Ranyayê danî û ragihand, “Pêwîst e, serwet û samana vî welatî, ji bo xizmetkirina welatiyan bê xerckirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê binyadê yê pireya derbenda Ranyayê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Xwe bi bextewer dizanim ku derfet çêbû sardana devera Raperînê bikim. Ev dever di dirêjahiya şoreşên li dû hev yên tevgera rizgarîxwaza gelê me de, bi hezaran şehîd û qurbanî dan. Piştre jî bû deriyê raperînê ku bi xwîna gencên vê deverê, Kurdistan hat rizgarkirin. Ji ber wê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkê xwe dizane ku xizmeteke hêjayî vê deverê bike.”

Got jî: “Li vir amade bûne, ji bo kevirê binyadê yê pireya geliyê Ranyayê deynin. Ev dibe pireke stratejî, ji bo xizmetkirina vê deverê û hevkar dibe ji bo cotkar berhemên xwe bigihînin bazaran. Herwiha dibe pireyek ji bo geşkirina geştûguzarî û bazirganiyê.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de diyar kir, ji bilî vê projeyê, hejmarek projeyên din dê bêne cibicîkirin, wek cotsayda bazara Ranya, kolana 60 metrî ya Qeladizê, nûjenkirina dibistanên devera Raperînê û dirustkirina navenda penceşêra memik. Herwiha projeyeke din a dirustkirina nexweşxaneyan Koronayê li Çarqurne.

Ragihand jî, ev pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo cibicîkirina projeyên xizmetkariyê û gihandina xizmetkariyan bi welatiyan, hîşt aliyên nehikûmî, xêrxwaz û partîtî jî bîr li wê bikin ku xizmetên zêdetir bigihînin welatiyan. Ev gav erênî ye û destxweşiyê li wan dikin.

Mesrûr Barzanî tekezî li wê yekê kir: “Tiştê pêwîst ew e, serwet û samana vî welatî, ji bo xizmetkirina welatiyan bê xerckirin û ji bo xizmeta wan sûd jê were girtin.”

Got jî: “Spasiya xweragiriya xelkê vê deverê dikim, tevî van hemû qeyranên tendirustî û darayî, lê xweragir bûn. Bi taybet jî dixwazim spasiya hemû bijîşk, fermanberên karta tendirustî, polîs, hêzên navxwe û mamosteyên birêz bikim ku tevî van nexweşiyan, dîsa bi cibicîkirina erkên xwe berdewam bûn.”

Tekezî li wê jî kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi baştirîn awa xizmetan bigihîne welatiyan. Lê mixabin rûbirûyî gelek qeyranan bûn û wan qeyranan azareke mezin gihande xelkê Kurdistanê û cibicîkirina projeyên xizmetkariyê jî sînordar kir. Qeyrana belavbûna vîrûsa Koronayê, bandor li aboriya cîhanê kir û bandora wê ya nerênî li ser Herêma Kurdistanê hebû. Tevê wê jî, Hikûmetê hewl da, projeyên xizmetkariyê ranewestin û li gor karîna budceya li ber dest jî, mûçeyan belav bikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, bernameya wan heye, ji bo dirustkirina kargeha wergirtina genim li her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê û dirustkirina Bajarê Pîşesazî li Helebceyê, ji bo wergirtina nîv ton genimê cotkarên Herêma Kurdistanê. Herwiha bernameyeke din jî heye, ji bo dirustkirina rê û pireyan, nûjenkirina nexweşxaneyan. Ew pêşniyazên ji aliyê îdareya Raperînê ve jî hatine pêşkêşkirin, di hikûmetê de bi girîngî werdigirin û di bernameyên dahatûyê de, li gor karînan dê werin cibicîkirin.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact