Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 9 JUL 2025 11:54 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Neteweyên Yekbûyî pêşwazî li rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şingalê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Alîkariya Iraqê ku bi navê UNAMI tê nasîn, pêşwazî li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser mijara Şingalê dike.

Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir: “Em pêşwazî li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şingalê dikin. Ev destpêka pêngaveke girîng e ber bi arasteyekî rast.”

Plasschaert eşkere kir: “Em hêvîdar in ku ev rêkeftin rê li ber siberojeke baştir veke.”

Jeanine Hennis-Plasschaert destnîşan kir: “Di sala 2014an de DAIŞê tawana herî dirindane li hember Êzidiyan encam da û Şingal rûbirûyî janeke mezin bû. Piştî têkbirina DAIŞê jî, ji ber tinebûna xizmetguzarî û neseqamgîriya rewşa ewlehiyê û tinebûna îdareyeke yekgirtî, qurbanî û rizgarbûyiyên destê DAIŞê nekarîn vegerin cih û warên xwe.”

Herwiha di daxuyaniyê de Jeanine Hennis-Plasschaert amadebûna Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkarîkirina her pêngavekê li ser asayîkirina rewşa Şingalê û avakirin û aramkirinê, nîşan da.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed piştî civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandibû ku bi amadebûna Neteweyên Yekbûyî û nûnerên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, rêkeftineke baş hat kirin ji bo asayîkirina rewşa ewlehî, serbazî û îdareya Şingalê.

Rêber Ehmed herwiha diyar kir; armanca me her du aliyan ew e ku rewş were asayîkirin û koçber vegerin cih û warê xwe.

 

 

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact